Çalakiya Bibîranînê ya Hefteya 199emîn a Kuştina Serokê Baroya Me Tahir ELÇİ’yî Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat…
Çalakiya bibîranînê ya hefteya 199emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİ’yî bi beşdar bûna hevpîşeyên me pêk hat. Hejmarvanê baroya me Muhlis OĞURGÜL di çalakiyê de wiha got; Çapemenîvanên Hêja û Endamên Qedrgiran…
Çalakiya bibîranînê ya hefteya 199emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİ’yî bi beşdar bûna hevpîşeyên me pêk hat. Hejmarvanê baroya me Muhlis OĞURGÜL di çalakiyê de wiha got;
Çapemenîvanên Hêja û Endamên Qedrgiran ên Baroyê;
Di ser kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİ’yî re 199 hefte buhurîn lê hêj jî kujer nehatine dîtin. Heta niha ji bo dîtina kujeran tu hewl nehatiye dayîn, tevî ku navên kesên dibe ku Tahir ELÇİ’yî kuştibin di dosyeya lêpirsînê de ye kesek hêj nehatiye girtin û ifade jê nehatiye girtin. Daxwaza me ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê ew e karê xwe bi lezgînî bikin da ku kujer bên darizandin û hesab bidin. Di hefteya 199emîn a çalakiya me ya bi navê ‘’Bila kujerên Tahir ELÇİ’yî werin dîtin’’ , ‘’Edalet ji bo Tahir ELÇİ’’ de em cardin dibêjin: Heta kujerên Tahir ELÇİ’yî neyên dîtin em dev ji vî karî bernedin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatî destpêkirin di 21ê cotmeha 2019an de Hevşaredarê Amedê Adnan Selçuk Mızraklı, Hevşaredara Peyasê Keziban Yılmaz, Hevşaredara Karazê Rojda Nazlıer û hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina hevşaredaran polîsan girtiye ser avahiyên şaredariya Bismilê û ya Peyasê û tê de dest bi lêgerînê kiriye. Piştî lêgerîna di avahiyên şaredariyan de, dor li avahiyên şaredariyan hatiye pêçan û nehatiye hiştin ku rayedarên şaredariyan bikevin hundur û jê derbikevin. Hêj kiriyariyên binçavkirin û girtina îfadeyê ya hevşaredariyan neqediyaye li cihê wan qeyûm hatine tayîn kirin jî.
Hevşaredarên ku hatine binçavkirin bi daxwaza girtinê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê sewqî dadgeriya silh û cezayê ya nobedar hatine kirin hevşaredar di 22ê cotmeha 2019ân de. Piştî kiriyariya jêpirsînê ya dadgêriyê biryara girtina hevşaredarê Amedê Adnan Selçuk Mızraklı, hevşaredara Karazê Rojda Nazlıer û hevşaredara Peyasê Keziban Yılmaz hatiye dayîn, hevşaredarê Bismilê Orhan AYAZ bi şertê kontrola edlî serbest hatiye berdan.
Girtina hevşaredaran, tayîn kirina qeyûman li cihê wan binpêkirina rê û rêzikên bingehîn ên huqûqê, mafê hilbijirîn û hilbijartinê ye. Mafê hilbijirîn û hilbijartinê nîn be demokrasî jî nîn e. Binpêkirina vî mafî bi kirinên kêfî bi cidî zirarê dide hebûna dewleta huqûqê. Divê derhal dev ji vê feraseta otorîter a tu xêra wê ji raseriya huqûqê û îradeya hilbijêran re nîn e bê berdan.
Spas ji bo beşdar bûna we.
SEROKATIYA BAROYA AMEDÊ


