Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 202. a Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎyî Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat...
Çalakiya bîranînê ya hefteya 202. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Hesabdarê me yê Baroyê Prz. Muhlîs OGÛRGULê ku di çalakiyê de axivî wiha got; Kedkarên Çapemenî…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 202. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Hesabdarê me yê Baroyê Prz. Muhlîs OGÛRGULê ku di çalakiyê de axivî wiha got;
Kedkarên Çapemenî yên Hêja û Endamên Hêja yên Baroya me;
Em dixwazin ji vir careke din ragihînin ku digel ku ji ser qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî tam 202 hefte derbas bûne jî di wergiriya lêpirsîna ku ji bo tespîtkirina kiryaran û cezakirina wan tê meşandin de pêşketinek çê nebûye; tu hewldanek dozgeriya lêpirsînê jî tune ye, digel ku navên şikdarên bi muhtemel di dosyaya rapora pêzanan a ku bi hewldanên baroya me hatiye amadekirin de derbas dibe jî heta niha îfadeya tu kesek bi navê şikdar nehatiye girtin. Em jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaz dikin ki ji bo kiryar li pêş darazê hesabê bidin bi lez kirariyê tesîs bike. Em di vê hefteya 202. de ku em ji bo bibîranîna Tahîr ELÇÎyî civiyane careke din vê destnîşan dikin. Wek hempîşe û hevalên Tahîr ELÇÎyî daxwaza me ji we; kiryarên Tahîr ELÇÎyî bibînin û tiştê ku pêwist dike bikin! Bê ku demê wenda bikin dawî li vê şermê bînin…!
Wekî hûn dizanin her hefte li vê derê ji Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr ELÇÎ em bi mebesta agahdarkirina raya giştî ya di derbarê binpêkirinên mafên mirovan de daxuyaniya çapemeniyê didin. Em dê di çalakiya xwe ya îro de ji bo li gor guncaniya zagon û hiqûqê tev bigerin bangî desthilatiya siyasî, organa qanûndanînê û darazê bikin.
Em ji Desthilatiya Siyasî dipirsin! Agahiya we heye?
Ji ber ku we şaredarên ku bi dengên gel hatine hilbijartin ji peywir girtine û li şûna wan qeyûm tayîn kirine baweriya mirovan a ji demokrasiyê re her roja ku diçe kêmtir dibe, ji ber ku gelheya ciwan a ku hûn pê pesin dibin bêkar e bi milyonan mirovên me gihîştine sînora birçîbûnê an xwe dikujin an jî di meyla xwekuştinê de ne, Ji ber ku rêveberên ku we danîne ser saziyan ji gel qutkirî û pêşeroja xwe difikirin gel rewşeke per û perîşaniyê de ye, peywirdarên zebtî ku hûn venêrîna wan nakin û hesabê naxwazin bi awayekî bêperwa eziyetê li gel dikin, zerar li sazî û dezgeyên gelemperiyê tên dayîn, mirovên me yên xwediyê bawerî û nasnameyên cihêreng dûçarê cudakariyê dibin, li kuçeyan koçberên ku bi awayekî birçî digerin û xaniyekî wan ê ku serê xwe tê de deynin tune ye tên dîtin, ji ber ku em mijara Kurdan ku pirsgirêkek me ya qedîm e çareser nakin her sal bi sedan mirov jiyana xwe ji dest didin...
Dev ji wesayetdanîna ser Darazê ber bidin û pirsgirêkên ku peywira we ye çareser bikin!
Em jî Organa Qanûndanînê dipirsin! Agahiya we heye?
Jî ber ku hûn Mafê Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî bizagonî nakin mirovên ku di kuçeyan de bi Kurdî diaxivin tên kuştin, hêviyên mirovên ku ji bo pirsgirêkên welêt çareser bibin bi çi hêviyan dengê xwe bi kar anîne yek bi yek diqede, ji rûyê beşdariya dengdanên we yên bi awayê dest ra bike û deyne parlamenterên ku destpênedahina wan heye û wek we beşdarê fealiyetên qanûndanînê dibin li girtîgehan bi awayekî bêsûc girtî dimînin, ji ber ku meclis baş naxebite baweriya ji demokrasiyê re kêm dibe...
Ji bin fermana Birêvebirinê der bikevin û bi hêzdarkirina demokrasiyê hêvî bidin mirovên ku dengê xwe dahine we!
Em ji Darazê dipirsin! Agahiya we heye?
Ji ber ku we kiryarên bi sedan mirovên ku di kanên madenan de mirine(hatine kuştin) bêceza hîştine hêna mirina çendîn mirovan didome, ji ber ku we kujerên 34 cenên ki li Roboskiyê hatin qetilkirin, ên Ûgûr Kaymazê ku 13 gule li bedena wî ya 12 salî hatine reşandin, ên Ceylan Onkolê, Berkîn Elvanî, Nîhat Kazanhanî û hêna ên çendîn mirovan nedarizandine hebûna dayikên ku li kevirên goran nifiran dikin tê zanîn, ji ber ku we doza bi dehhezaran mirovên ku bi BHQ(khk)'yan ji karê xwe hatine derxistin negihandiye biryarekî, ji ber ku hûn doza mirovên ku ji ber lêpirsîna ewlehiyê ji gelemperiyê re nehatine girtin bi krîterên edalet û wijdanê nanirxînin ax û hêrsa mirovên ku neçar mahine bi salan li benda edaletê bin berhev dibe, ji ber ku hûn peywirdarên zeptî yên ku dawî li Mafê jiyanê anîne bêceza dihêlin peywirdarên ku xwe dispêrin pişt zirxa bêcezabûniyê û ji vê hêzê digrin zêde dibin, ji ber tengasiyên ku hûn tînin pêşiya parêzerên ku dûçarmahina îşkenceyê ya muwekîlên xwe derdixînin holê bêhtir dawetname ji pêkhatina îşkenceyê re tên derxistin, ji ber nebûna akademîsyenên ku we ji sedema avêtina wan a îmzeya aştiyê ew ceza kirine li zanîngehan kalîteya perwerdehiyê dikeve, ji ber ku nûçegihaniyê kirine bi dehan rojnameger bi awayekî neheq li girtîgehan tên girtin, ji ber ku hûn biryarên sekinandina birêvebirina qirkirina mîrasa xweza û dîrokê nadin bêhtir dar tên birrandin, mîrasa me ya çandî ya 12.000 salî bi makîneyên kar û bi dînamîtan bi erdê re tê yekkirin, ji ber ku hûn bi berxwedana xwe ya hember biryarên DMME û DZB'ê(AÎHM û AYM) sûcê makezagonî pêk tînin baweriya ji hiqûq û darazê re
Bêhêlî û xweseriya Darazê biparêzin û li gor guncanuya wijdana xwe edaletê belav bikin!
Em wek Baroya Amedê dixwazin vê bînin bibîrxistin. Ev pirsgirêkên ku agahiya we tune ye! Derê me û têkoşîna me ya hiqûqê ye…
Em ji ber besdariya we spas dikin
SEROKTIYA BAROYA AMEDÊ


