Daxuyanî Ji bo Destpêka Sala Edlî ya 2019’an…
Mensûbên hêja yên çapemeniyê, Bi teqereq û binpêkirina mafê mirovan sala edlî ya 2019-2020’an dest pê bû. Mixabin meqama darizandinê ya Tirkiyeyê ketiye krîzekê. Meqama darizandinê ya ku ne bêalî û serbixwe ye, bawerî…
Mensûbên hêja yên çapemeniyê,
Bi teqereq û binpêkirina mafê mirovan sala edlî ya 2019-2020’an dest pê bû. Mixabin meqama darizandinê ya Tirkiyeyê ketiye krîzekê. Meqama darizandinê ya ku ne bêalî û serbixwe ye, bawerî wek berê pê nîn e û tu berteka xwe nîn e li hember, tu dibê qey serî tewandiye. Ji lewma wisa xuya dike ku em ê di demeke kin de ji heqê vê pirsgirêkê neyên der. Dev ji çareser kirina kêşeyên mamleket berde, meqama darizandinê bi xwe bûye kêşeyek. Nexweşiya kronîk a daraza Tirkiyeyê nêzik bûna hişî û fizîkî ya desthilatê ye. Heta daraz li hemberê birêvebirinê xweseriya xwe ya hişmendî û fizîkî pêk neyêne, hewlê nede ji bo vê wê şansê xwe yê xelaskirina ji aloziyê nebîne. Bêyî azad kirina darazê û serxwebûn û bêalîbûnê mirov ne dikare demokrasiyê ne jî hizûrê bîne.
Mensûbên hêja yên çapemeniyê, hevpîşeyên ezîz.
Li Tirkiyeyê niha 94 zankoyên huqûqê hene. Ev ne bes in îcar her roj yeke din vedikin. Van zankoyên bêbingeh, heta tu bêjî kontenjanê xwe zêde ne. Di sala perwerdehî û hînkirinê ya 2018-2019’an de hejmara xwendkarên zankoyên huqûqê nêzîkê 90 hezarî ye. Li gorê daneyên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê halê hazir 117 hezar parêzer hene li Tirkiyeyê. Gava mirov li vê hejmarê difikire bi xetere bûna rewşê bi hêsanî tê fahm kirin. Êdî cihên ku baro perwerdehiya stajyeran lê çêdikin têr nakin. Hevpîşeyên ciwan nikarin ofîsan vekin, parêzerên karker zêde dibin. Gelek hevpîşe di biniya heqdestê kêmtirîn de neçar dimîne bixebitin. Ji wê boneyê em dixwazin careke din hevpîşeyê me yê ciwan Gökan Arı yê ku ji ber bêperetiyê xwe kuşt bînin bîra xwe. Tidarekên di vî warî de divê werin kirin; girtina zankoyên di bin pêlikan de, hanîna asteke maqûl a kontenjanên zankoyên ku perwerdehiya huqûqê didin e. Cihê ku çareseriyên eseh, her sal zankoyên nû yên huqûqê tên vekirin, çareseriyên palyatîf ên wek azmûna parêzeriyê tên pêşkêş kirin. Tevî ku azmûn gavekî girîng e dûrê çareser kirina kêşeyê ye. Bi zêdebûna bêhed a parêzeran, hingî ku diçe dîtina kar a parêzeran kêm dibe.
Bergeha rêyên alternatîf ên derveyê darazê yên wekî lihevanîn û navbeynkariyê ku pê kesên ne parêzer in jî bi pergalê ve tên kirin her roj firehtir dibe. Karê bi hezaran hevpîşeyên me yên her sal zankoyê kuta dikin bi neheqî kesên ne parêzer in re tê par kirin.
Hevpîşeyên me yên di van şert û mercên zor û zehmet de bi zorê xwe ji piyan digirin ji xeynê bêderfetiya madî îcar şidetê dibînin, tên girtin, tên kuştin jî. Li qereqolan, di avahiyên dadgehan de, di hepsan de yanî di her warê jiyanê de nayê hiştin ku em karê xwe bikin.
Li yên ku li dijê parêzeran sûcan dikin têr baş nayê pirsîn, pirê caran bêceza dimînin. Divê derhal dev ji vê polîtîkaya necezakirinê ya kirina sûcan dihewisîne li dijê parêzeran bê berdan.
Di ser kuştina serokê baroya me Tahir Elçi’yî re sê sal û neh meh û pênc roj derbas bûne, lê hêj jî di der heqê kuştina Elçi’yî de tu kesekî bi şewbe nîn e. Tevî raporên kesên zana yên baroya me bi derfetên xwe dane meqama lêpirsînê, polîtîkaya hiştina bê ceza ya di vê dosyayê de dewam e. Em li vir cardin bangê aktorên polîtik ên hingê dikin, li ser soza xwe bin û qesasên Tahir Elçi’yî derbixin pêşberê meqama darizandinê. Em ji Serokwezîrê hingê Ahmet Davutoğlu’yî jî dikin. Tiştên ku tu di der heqê vê dozê û binpêkirina mafê mirovan ên din de dizanî ji daraz û gel re bibêje.
Mensûbên hêja yên çapemeniyê,
Kuştina jinan, dest dirêj kirina zarokan êdî bûye parçeyekî asayî yê jiyana me. Cihê ku hewlê bide ji bo pêkanîna qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê, di eleyhê vê mijareya ku parastina zarok û jinan dike de propagandayê dike. Di mijara kuştina jinan û dest dirêj kirina zarokan de divê hêzên ewlehiyê, dozger û dadgêr werin perwerde kirin û yekeyên pispor ên hêzên ewlehiyê û dozgerî û dadgehên pisporî werin damezirandin.
Kirina hovîtiyê li siruşt û heywanan jî hey û hey berdewam e. Şewitîna daristanan kirina sûcan li hemberî heywanan jî êdî rûtîn bûye. Bêyî pîvanên exlaqî û huqûqî bi rêbazên prîmîtîv ên dinyayê dev jê berdane di bin navê ger a li madenan çiyayên me û zeytûngeh tên talan kirin. Li ser mîrata me rûbar û çeman bi navê HES bend hatin lêkirin. Birina êrîşên bêexlaqî û wehşî yên ser heywanan jî berdewam in. Di vê çarçoveyê de projeyên ku rê didin talan kirina siruştê divê di cih de werin sekinandin.
Yasaya mafê heywanan bêyî derengî bikeve divê were derxistin.
Mensûbên hêja yên çapemeniyê,
Piştî hewla derbeya ya di 15ê Tîrmeha 2016’an di warê mafê bingehîn û azadî hat bisînor kirin. Maf hat binpêkirin. Kirinên îdarî yên bê sînor û nehûqî pêk hatin. Di dema rewşa awarte de 36 biryarname hatin derxistin, bi van biryarnameyan neyasayî di gelek waran de sererastkirinên ku mafê bingehîn û azadiyê bisînor dikin hatin çêkirin. Pê re bi yasayê hejmar 7145 biryarnameyên rewşa awarte hatin mayînde kirin. Bi sererastkirina ku bi biryarnameya hejmar 674 a rewşa awarte hat çêkirin rê li tayîn kirina qeyûman ji bo şaredariyan hat vekirin, bi dûv re hikmê vê biryarnameyê li qanûna hejmar 5393 a şaredariyê hat kirin. Bi hikmê vê biryarnameyê sala 2016’an qeyûm tayînê 94 şaredariyan hatin kirin.Careke din bi biryareke îdarî ya Wezareta Karên Hundirîn waliyên bajaran wek qeyûm tayînê şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên ku namzetên Partiya Demokratîk a Gelan kar kirin.
Em vê derbeya îdarî ya ku îradeya gel hesab nake, baweriya ku bi raseriya demokrasî û huqûqê heye ji binî ve ji navê radike qebûl nakin û şermezar dikin. Li dijê vê kirina nehuqûqî em ê serî li mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî bidin. Derveyî yasaya bingehîn û mijareya neteweyî û navneteweyî bi hikmê biryarnameya di rewşa awarte de hat derxistin êv kirina ku hat kirin divê derhal bê betal kirin, hevşaredarên hilbijartî îadeyê peywira xwe werin kirin.
Mijareke din a ku divê em behsa wê bikin jî ew e ku bikaranîna hêze ya zêde û kêfî û belasebeb e. Zikak, bi biryarên nehuqûqî yên walî û amirên milkî yên din li mixelefetê hatiye qedexe kirin. Ên ku beşdarê pêşandan û meşan dibin bi endambûna rêxistinê, propagandaya rêxistinê û mixelefeta li dijî yasayê civîn û pêşandanê tên sûcdar kirin û ceza kirin. Hêzên ewlehiyê li dijî çalakîkeran hêza zêde bi kar tîne, wek encameke polîtîkaya hiştina bêceza ya dewletê vepirsîna peywirdarên serî li van rêyan didin nayê kirin.
Vê parastina meqama darazê her roj her roj dibe şidet û bi ser civakê de tê. Ji lewma astengiyên fiîlî û yasayî yên li ber xwepêşandanên aştiyane û meşan divê ji navê werin rakirin, li hêzên ewlehiyê yên hêza zêde bi kar tînin lêpirsîn û vepirsîn werin kirin.
Kedkarên hêja yên çapemeniyê,
Bêguman sedemeke sereke ya vê tabloya giran tundiya di doza kurdan de û polîtîkaya çaresernekirinê ye. Feraseta ewlehîparêz a li dijî doza kurdan, bêtehumiliya li dijî zimanê Kurdan, hewla bişavtinê, polîtîkaya hiştina bêceza, anîna qeyûman ser şaredariyan, siyasetvan û rojnamevanên girtî, kêşeya cîgirên SSC’yan, bi sînor kirina mafê derbirînê û medyayê, bi hezaran kesên ji karê xwe hatine kirin an jî an jî yên ku di encama lêpirsîna ewlehiyê de nehatine girtin ji bo karê cemaweriyê, gotinên nefretî, polîtikaya kirina ferqê nava mirovan gef e li îdeala jiyîna bi hev re ya gelên me.
Tirkiyeyê demekê hewl da ji bo çêbûna aştiyê. Lê pêk nehat. Divê cardin ji bo çêbûna aştiyê hewlê bide. Ji destkeftiyên herî girîng ên demajoya aştiyê yek jê, bê guman hêviya dibe ku doza kurdan ne bi şidetê lê bi rêyên aştiyane çareser bibe bû. Ji bo ji nû ve zindî kirina vê hêviyê aliyên çareseriyê, bi Kurdan re, bêyî li cihê ku dijî bê nihêrtin bi rêbazeke bi wekhevî û azadîxwaz divê şertên jiyanê werin pêkanîn.
Bêçekbûn jî di nav de vê feraseta ku navgînên tundiyê ji der ve dihêle, ev tundiya ku warê jiyanê tev xistiye bin ban û dora xwe, rêya têkane ya xelas bûna ji alozî û krîzê ye. Armanca esas aştiya civakî ye. Aştî divê bi israr û inyad bê xwestin.
Bi van hizr û hestan bi hêviya hanîna dad, wekhevî û azadiyê ji gelê me re sala edlî ya nû; daxwaza me ew e ku karê em dikin ji nû ve bibe xwedî qedr û qîmet.


