Di Derbarê 24’ê Çile Roja Parêzerên Di Bin Xetereyê De Daxuyaniya Çapemeniyê Pêk Hat Rapor Bi Raya Giştî Re Hat Parvekirin.
Di civakek de ku parêzer ne di ewlehiyê de be, ji ewlehiya tu kesekî nayê behskirin Kedkarên çapemenî yên hêja, hempîşeyên giranbiha; Roja Parêzerên Di Bin Xetereyê De, li ser bîranîna parêzerên ku di 24'ê Çileya…
Di civakek de ku parêzer ne di ewlehiyê de be, ji ewlehiya tu kesekî nayê behskirin
Kedkarên çapemenî yên hêja, hempîşeyên giranbiha;
Roja Parêzerên Di Bin Xetereyê De, li ser bîranîna parêzerên ku di 24'ê Çileya 1977'an de li Spanyayê hatin qetilkirin her sal tê lidarxistin.
Roja Parêzerên Di Bin Xetereyê De, roja ku li Spanyayê ji hêla komeke pêgirên dîktator Francoyî ve li Madrîdê di buroyeke hiqûqê de çar ji wan parêzer pênc kes tenê ji ber ku karê xwe dikirin hatin qetilkirin e.
Ev roja ku her sal li welatên cuda ji parêzerên ku pîşeya xwe bi cih tînin re tê diyarkirin di salên 2013 û 2019’yan de ji hempîşeyên me yên parêzer ên ku li Tirkiyeyê fealiyeta parêzeriyê dimeşînin re hatiye diyarkirin.
Roja Parêzerên Di Bin Xetereyê De ku ji hêla Yekîtiya Parêzerên Demokratîk a Ewropayê (AED), Yekîtiya Parêzerên Ewropayî ya Ji Bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Li Cîhanê (ELDH) û Enstîtuya Mafên Mirovan a Yekîtiya Baroyên Ewropayê (IDHAE) ve tê lidarxistin, du caran ji parêzerên li Tirkiyeyê re hatiye diyarkirin, arasteyî mafên parêzeran, darizandina dadmendî û hiqûqê bangewazî hatiye kirin.
Ji sala 2010’an û vir ve ku cara yekem Roja Parêzerên Di Bin Xetereyê De hatiye lidarxistin, li welatê me tacîza dadî, zext, gef, tehdîd û çewisandina ku li ser parêzeran tê sepandin roj bi roj zêde dibe.
Pirsgirêkên parêzeran ku peywira parêzgeriyê ji kesên ku li Tirkiyeyê di dema bikaranîna maf û azadiyên bingehîn de, ji hêla dewlet/hikûmet û hêzên polîs ve/ ji ser karîna darazê dûçarê pêkutiyê tên hiştin re dikin di dema meşandina pîşeya xwe de rû bi rû dimînin hebûna xwe diparêzin û roj bi roj kûrtir dibin.
Daxuyanî û fealiyetên ku parêzer û baroyan bi armanca parastin û pêşxistina mafên mirovan li dar xistine, tên krîmînalîzekirin û dibin mijara lêpirsînan. Fealiyetên bi dilxwazî yên parêzeran ên di qada mafên mirovan de ku çi di avaniya sazûmanî ya baroyê de dibe çi di rêxistinên civaka sivîl de dibe pêk tînin dibin mijara darizandinan.
Parêzerên ku hem ji ber fealiyetên xwe yên pîşeyî hem jî ber fealiyetên xwe yên parêzvaniya mafan dûçarê gefên darazê dimînin, fealiyetên wan ên di wergiriya azadiya raman û derbirînê û azadiya rêxistinbûnê de dibin mijara sûcdariyê û darizandinên kêfî tên pêkanîn.
Bi sedemnîşandana lêpirsîn û dozên ku der barê wan de tên meşandin destûrnameyên parêzeriyê ya hempîşeyên me yên ku staja xwe qedandine tên betalkirin. Ji ber ku di derbarê 25 hempîşeyên me yên ku ji hêla Baroya Amedê û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ve biryara qebûlkirina pîşeya wan a parêzeriyê hatiye dahin de pêvajoya darizandinê berdewam dike, di dozên betalkirina destûrnameya parêzeriyê de ku ji hêla Wezareta Edaletê ve hatibûn vekirin biryarên rawestandina bicihanînê hatiye dayîn û gelek hempîşeyên me ji pîşeya parêzeriyê re nehatine qebûlkirin. Ev rewş, tê vê wateyê ku li hempîşeyên me pêkanîna parêzeriyê ji bo demek nediyar dê bê qedexekirin.
Dîsa; Di vê pêvajoya ku astengiyên li pêşiya azadiya lêgerîna maf û pirsgirêkên pîşeyî bi hemû giraniya xwe dewam dikin de êrîşên arasteyî hempîşeyên me yên ku pîşeya xwe bi cih tînin her ku diçe zêde dibin. Hempîşeyên me tenê ji ber ku pîşeya xwe bi cih anîne dûçarê gefan mahine. Divê neyê jibîrkirin ku; Her êrîşa arasteyî parastinê ku hêmana damezrîner a darazê ye, di esasê xwe de êrîşa li hember mafê lêgerîna edaletê û parastinê ya welatiyan e.
Di encama çalakiyên tundiyê ku parêzer dûçar mahine, ji hêla navenda me ve di nava pêvajoya salekê de 42 çakakiyên tundiyê hatine tesbîtkirin. Ji Baroya Mêrdînê 3, ji Baroya Colemêrgê 3, ji Baroya Êlihê 4, ji Baroya Wanê 8, ji Baroya Şirnexê 1 û ji Baroya Amedê 23 çalakiyên tundiyê yên arasteyî hempîşeyan hatine tedpîtkirin. hevalên li Baroya Amedê hatin tespîtkirin. 16 ji van çalakiyan rasterast ji hêla hêzên polîs ve pêk hatine, 13 ji wan ji hêla personelên saziyê ve ku di organên darazê de dixebitin, 13 ji wan jî ji hêla kesên sivîl ve ku bi dosyayên ku parêzeran li xwe girtine re eleqeya wan heye pêk hatine. Ji %38'ê çalakiya tundiyê ji polîsên peywirdar, ji %31 ji hêla personelên darazê û %31 ji hêla kesên sivîlan ve arasteyî parêzeran pêk hatine.
Kedkarên çapemenî yên hêja,
Parêzer; di nav darazê de yan jî li derveyî wê li “mafên” muwekîlên xwe digere û diparêze. Xuya ye ku bi astengî û mudaxileyên nelicih û dijhiqûqî yên di warê bikaranîna maf û azadiyên bingehîn ên hevwelatiyan de û di bin xetereyê de mahina parêzeran dê zirarê bide lêgerîna hiqûqê û dadmendiya civakî.
Parêzer hem dema pîşeya xwe bi cih tînin hem jî dema têkariyê didin têkoşîna mafên mirovan bi gelek astengî, pêkutî û gefên darazê re rû bi rû dimînin. Eşkere ye ku li hember gefa daraza îdarî an jî cezaî ya di derbarê bikaranîna maf û azadiyên bingehîn ên welatiyan de, di bin xetereyê de mahina parêzeran dê zirarê bide lêgerîna edalet û hiqûqa civakî. Li hemberî van hemû bêhiqûqiyan parêzerî, yek ji komên pîşeyan e ku îro herî zêde di bin xetereyê de ye.
Divê li tacîza darazî û pêkutiya ku li Tirkiyeyê arasteyî parêzeran, rêxistinên parêzeran û baroyan zêde dibin dawî were anîn. Polîtîka û rêziknameyên zagonî yên ku dikarin parastina parêzerên ku ji ber kirina pîşeyê dûçarê pêkutiyê dibin, gef li wan tê xwendin, tên darizandin û tundî li wan tê kirin dabîn bikin divê bi lezgînî bikevin meriyetê.
Em wek Baroya Amedê ku serokê xwe yê ebedî Prz. Tahîr ELÇÎyî di têkoşîna mafên mirovan de winda kir û di domandina vê têkoşînê de di bin gef û tacîza darazê de dimîne di vê roja girîng de; em bang dikin ku gavên di hêla bidawîbûna pêkanînên wekî tundî, tacîz, gef, dozên cezayê û îxrackirina ji baroyê yên arasteyî parêzeran de bê kêmasî werin avêtin û em daxwaz dikin ku parêzerên ku temînata azadiya lêgerîna mafî ne, ji bo pîşeya xwe bi cih bînin hawirdora biewle ya pêwîst ji wan re were dabînkirin.
Em wek Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Amedê; pêşerojeke wisa dixwazin ku parêzer karibin bi awayekî azad pîşeya xwe bi cih bînin, mafê parastinê weke mafekî jêneger bê dîtin, rûmet û rêzdariya pîşeya me bê parastin û parastin neyê bêdengkirin.
Bi rêzdarî,
Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Amedê


