Dı doza kuştına müzeyyen boyluyê da ne edaleta mêrane lê ya rast qewımî!
DI KUŞTINA MÜZEYYEN BOYLUYÊ DA NE EDALETA MERANE LÊ YA RAST BI CIH HAT Di doza kuştina Prz. Müzeyyen Boylu ya 19ê Gulana sala 2019an li Diyarbekirê li orteya kuçeyê li ber çavên zarokên xwe bi 11 guleyan ji alîyê Mesut…
DI KUŞTINA MÜZEYYEN BOYLUYÊ DA NE EDALETA MERANE LÊ YA RAST BI CIH HAT
Di doza kuştina Prz. Müzeyyen Boylu ya 19ê Gulana sala 2019an li Diyarbekirê li orteya kuçeyê li ber çavên zarokên xwe bi 11 guleyan ji alîyê Mesut Issıyî ve hat kuştin qerar hat dayîn.
Di doza cemawerî ya li Dadgeha Cezayên Giran a 7emîn a Diyarbekirê hat kirin, di der heqê kujerî da bi daxwaza ceza kirinê ji sûcên ‘’Bi Qestî Kujtina Hevsera Xwe, Kuştina Bi Plan, Kuştina i Hovane ya jî Kuştina Bi Kişandina Eziyetê û Yasayê Kirina Mixelefîyê yê Bi Hejmar 6136ê îdianame hat hazir kirin.
Di Darizandina ku hat kirin da helsengandina;
1- Doza xwe jê berdanê ya li Dadgeha Malbatî ya Diyarbekirê ya Müzeyyen Boylu berîya were kuştin li hevserê xwe kirî û tundî û tûjîya bi pîr û pergal a hevserê Müzeyyen Boyluyê lê kirî ya di daxwaznameya dozê da kuştiyê diyar kirî,
2- Tidarekên parastinê yên meqamên rayedar dayî ji ber tundî û tûjîya bi pîr û pergal, zext û xwarina gefan ên kujerî û gilîyên Müzeyyenê,
3-Xwarina gefan a kujerî û mesajên qeydkirî yên di nava kujer û kuştîyê da,
4-Peyda kirina sîlehê ya kujerî berîya bûyerê,
5-Fikirîna li ser dem û cihê kuştinê û plan kirina kuştinê ya kujerî,
6-Reftarên kujerî û hêmin bûna wî û kirina tidarekên radest bûna xwe yên kujerî,
7-Gotinên kujerî yên bi nakokî yên ji bo xelas kirina xwe ji sûcan,
8-Di merheleya lêpirsîn û dana pey da beyanên şahidan ên li dijî kujerî hatine kirin.
Bi dana ber çavan a çarçoveya dosyeyê meqama dozgerîyê di danişîna 4ê Îlona 2020î da di der heqê kujerî da raya xwe diyar kiriye ji bo ceza kirina bêyî daxistina ji tehrîk kirin a bi neheqî ji sûcê ‘’Kuştina Hevsera xwe û Rabûna li ber Yasayê Bi Hejmar 6136î.
Di darizandina nêzîkê sal û nîv e dewam dike da biryar hat dayîn ku;
- Aşkera ye Kujerî Hevsera xwe bi Sîlehê kuştiye; ji lewma cezayê wî Cezayê hepse yê heta bi hetayê ye.
- Ji Sûcê Rabûna Li Ber Yasayê Bi Hejmar 6136î 2 sal ceza û 100 roj cezayê edlî yê pereyî ye.
- Di der heqê kujerî da gerek nake ku ji cezayî were xistin ji ber rewşa baş a kujerî û ew ê kujer girtî bimîne.
Ev doz doza kuştina jinekê ye; ji lewma em dizanin darizandin jî di nav da demajo tev polîtîk in: Bi temamê merheleyên xwe dana pey dozê, bûna xwedî lê, hanîna bal hev a gelî û ji bo kujer cezayê heq dike bistîne têkoşîn di doza kuştina jinan da tev yek in. Hêvîya me ew e ku ev biryar hêzê bide temamê jinên rû bi rûyê tundî û tûjîyê ne, bi ya me ew ê tesîreka xwe ya pêximker hebe ji aliyê kiryaran ve.
Em Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê ji serê heta binî xwedî li vê dozê derketin. Em spasîya Komîsyona Jinan a Yekîtiya Baroyan a Tirkîyeyê, Desteya Birêvebir a Yekîtîya Baroyan a Tirkîyeyê, Baroya Enqereyê, Baroya Sinopê, Baroya Kırklarelîyê, Baroya Edeneyê, Baroya Şırnexê, Baroya Mêrsînê, Baroya Semsûrê, Baroya Kocaelîyê, Baroya Erziromê, Baroya İzmirê, Baroya Sêrtê, Baroya Trabzonê, Baroya Entabê, Baroya Konyayê, Baroya Îstenbolê, Baroya Çewlikê, Baroya Rihayê, Baroya Batmanê, Baroya Bursayê, Baroya Wanê, Baroya Qersê, Baroya Tekirdağê, Baroya Edirneyê, Baroya Afyonê, Baroya Mardînê, Baroya Antalyayê, Baroya Aydınê, Federasyona Komalên Jinan ên Tirkîyeyê, Komala Jinan Rosa, Komala Mafê Mirovan, û endamên Baroya Diyarbekirê tevî dikin. Herwiha spasîya kedkarên çapemenîyê tevan ên bi heman hestiyarîyê dan ser şopa dozê û gel bi xeberên rast agahdar kirin.
Bi vê boneye em cardin di şexsê Müzeyyen Boyluyê jinên ji bi tundî û tûjîya mêran canê xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Silav li sazîyên di warê têkoşîna li dijê tundî û tûjîya li dijî jinan dixebitin.
Hêza me ji têkoşîna me ye. 28.09.2020
Navenda Mafê Jinan a Baroya Diyarbekirê


