Di Hefteya 192emîn a Kuştina Serokê Baroya me Tahir ELÇİ de Çalakiya Bibîrhanînê Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat…
Çalakiya bibîrhanînê ya hefteya 192emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİ bi beşdar bûna hevpîşeyên me pêk hat. Endamê Lijneya Rêveber ê baroya me Prz. Tevfik KARAHAN ê ku di çalakiyê de axivî ev tişt gotin;…
Çalakiya bibîrhanînê ya hefteya 192emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİ bi beşdar bûna hevpîşeyên me pêk hat. Endamê Lijneya Rêveber ê baroya me Prz. Tevfik KARAHAN ê ku di çalakiyê de axivî ev tişt gotin;
Kedkarên hêja yên çapemeniyê, hevpîşeyên min ên ezîz û endam û rêveberên Navenda Giştî ya Komeleya Azadî Ji Bo Huqûqvanan ku bi me re ne;
Di ser kuştina serokê baroya me re 192 hefte buhurîne lê hej jî kî kuştiye nehatiye dîtin. Em careke din bangê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dikin. Ji bo ku kujerên Tahir ELÇİ hesabê kirina xwe bidin û dosya bi cezanekirinê nemîne bila bi lez û bez zend û bendan badin. Heta roja ku kujerên Tahir ELÇİ bi cezayê ku heq dikin bên ceza kirin, em ê bidin ser şopa vê dozê; ji bo Tahir ELÇİ em ê daxwaza dadê bikin.
Wek ku hûn dizanin; endama baroya me Müzeyyen Boylu hê ku doza wê ya hev û din berdanê berdewam bû di 9’ê îlona 2019’an de ji aliyê Mesut Issı ve li ber çavê zarokên wê bi yazdeh guleyan hat kuştin. Dê di 9’ê îlona 2019’an de roja duşemê dest bi darizandina kujerî bê kirin li Dadgeha Amedê. Ji bo kuştina jinan bê sekinandin û darizandineke dadî banga piştgirtinê dikin li hevpîşeyên xwe tevan û saziyên sivîl ên civakî yên di vî warî de têdikoşin.
Li ser ‘’Kursiyê Mafê Mirovan ê Tahir Elçiyî’’ di der heqê binpêkirina mafê girtiyên di Girtîgeha Amedê ya Jinan de endama Navendan Mafê Jinan û Komîsyona Girtîgehan a baroya me Prz. Öykü ÇAKMAK ji bo rapora ku hazir kiriye bixwîne dê were ber dora axavtinê ya wê ye.
Prz. Öykü ÇAKMAK;
Ji Gel û Çapemeniyê re
Ji aliyê parêzerên jin ên endamên Navenda Şêwirîn û Kirinê ya Mafê Jinan û Komîsyona Çavdêriyê ya Girtîgehan a Baroya Amedê ve di 29/04/2019-29/08/2019’an de em çûne serdana Girtîgeha Jinan a Amedê. Di encama serdanê de li gor saloxên ku me ji girtiyên jin girtine hatiye tespît kirin ku gelek maf hatine binpêkirin. Di der heqê van binpêkirinan de rapora bi kitekit dê di pêveka daxuyaniyê de pêşkêşî we bê kirin. Girtiyên di Girtîgeha Amedê de duçarê gelek kirariyên nebaş dimînin. Ev kirarî di raporê de bi berfirehî hatine diyar kirin.
Heke mirov bi kurt û kurmancî bibêje;
- Kamerayên ku odeya dîtina parêzeran dibînin, cihên bi cam ên mirov dikare delîlên huqûqî û belgeyan ji der ve bibîne û bi hêsanî bihîstina deng ji der ve di warê mafê darizîna bi heqî de binpêkirina mafê parastinê ye. Rê û rêzikên Miemeleya Li Hemberê Girtiyan ên Kêmtirîn ên Neteweyên Yekbûyî, bi navê xwe yê din Rê û Rêzikên Mandelayî li gor xala 61emîn jî… hatiye gotin ku bêyî guhdariya cih were kirin, bê sansur û bi nepeniyek tam, ji bo şêwirîn û axavtinê têr firsend, dem û derfet divê werin peyde kirin. Dîtina hev û din li cihekî ku nayê bihîstin tê kirin… Derfeta alîkariya huqûqî ya bi bandor a ku girtî bikarin xwe bigihinîn tê peyde kirin.’’ Wek ku tê dîtin di çarçoveya yasayan de bi aşkerahî yasa tê binpê kirin, mafê darizîn û parastina bi dad a girtiyan tê binpêkirin.
Girtiyan diyar kiriye ku ji tiştê ku herî zêde bandorê li jiyana girtiyên jin dikin ew in ku ji ber bi şev û roj kamera qeyd dikin cihên hevpar ên tên bikaranîn banyo û tiwalet jî di nav de ev der tên temaşe kirin. Camên bi neynik ên li korîdora ku peywirdarên mêr jî bi kar tînin hatine bi cih kirin û ji paj ra tên temaşe kirin. Cambûna qismekî mazxala li ser deriyê cihê hevpar bi aşkerahî tên temaşe kirin. Wek ku tê dîtin girtiyên jin ji ber ku li her derê tên temaşe kirin tu derek aîdê wan nayê hiştin.
Ev xusûs tev bi endîşeya ewlehiyê an jî bi boneyeke din nayê rave kirin. Ev yek nîşan dide ku hewlê tê dayîn ku girtiyên jin di bin tecrîdeke giran de werin hiştin. Xala sêyemîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê dibêje ku; divê li tu kesî miemeleyeke biçûkker neyê kirin, bi cezayekî ku rûmeta mirov bişikîne neyê ceza kirin. Berpirsiyarî daye dewletê ku dewlet di şert û mercên li gor pîvanên însanî de girtiyan bigire. Rehetiya girtiyan bide ber çavan. Di xala 20emîn a Destûra Bingehîn de ‘’dest nayê dayîn mafê jiyana taybet û nepeniya jiyana malbatî’’ hatiye misoger kirin. Rêgeza ‘’parastina hebûna manewî’’ û ‘’Miemeleyeke ku ne li gor heysiyeta mirov be nayê kirin’’ ku bi xalên 5emîn û 17emîn ên Destûra Bingehîn cihê bi cihê hatiye sererast kirin bi aşkerahî tê binpêkirin.
Her wiha di biryara pêşniyazî ya der heqê Rê û Rêzikên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de wiha tê gotin: ‘’li her kesê ku ji azadiya xwe mehrûm tê hiştin dive di çarçoveya rêzdarî ji bo mafê mirovan de miemele were kirin.
Girtiyên jin derbirîne ku di dema sewq kirina nexweşxane û dadgehê de leşkerên peywirdar bi heqaret û nîjadperestî tevdigerin. Bo nimûne leşkerên peywirdar heqaretên wiha kirine li girtiyên jin: ‘’Tu terorîst î, tu kî yî ku diaxivî, neaxive bimeşe. Tu xwe çi dihesibînî, heqê te nîn e, li vê derê dewlet ez im’’ Ji bo ku duçarê miemeleya nebaş nemînîn dibêjin ku ew naxwazin biçin nexweşxaneyê jî.
Di vî çendê dawî de bi awayekî cidî miemeleya kêfî ya ku li girtiyan tê kirin cezayê kêfî, bê qanûn ê dîsîplînê yê ku reveberiya girtîgehê dide. Di Rê û Rêzikên Mandela de li gor xala 36emîn wiha tê gotin:‘’…Dîsîplîn û nîzam, ewlehiya girtîgehê û ji bo hizûra civatê bêyî ku ji hewcedariya zêdetir sînorkirin hebe tê domandin…’’ Li gor xala 43emîn jî ‘’cezakirina komî’’ divê bi taybetî were qedexe kirin.
Girtiyan ragihandiye ku pirtûkên ne qedexe jî rêveberiya girtîgehê bi kêfî li wan qedexe kirine nedane wan. Pirtûka Rojbîn Pêrîşan ‘’Toprağın Şarkısı’’ û ya Ahmet Kahraman ‘’Kürt İsyanları bi boneya ‘’yekîtiya welat xera dikin…’’ tevî ku ne qedexe ye nadin girtiyan. Her wiha tevî ku di der heqê weşanên demkî nedemkî yên kurdî de tu sînor nehatiye danîn dîsa bi kêfî rojnameya ‘’Yeni Yaşam’’ nadin girtiyan. Têkildarî mijarê biryarên rêveberiya girtîgehan bi hejmara 2016/12936 a serî lê danê û dîroka wê 27/03/2019 ya Dadgeha Destûra Bingehîn daye nîşan kirin ku binpêkirina derbirîn û berbelav kirina fikra xwe ye.
Girtiyên jin diyar kirine ku xwarina wan ne paqij û bi rûn e, bêhn jê tê, carinan ji nav xwarinê mû, cam, naylon û pîsiya mişkan jî dertê . Ji nav xwarina girtiya jin Songul AŞILA cam derketiye, di devê wê de bûye ferq kiriye. Cam ji devê xwe derxistiye. Camê devê wê birîye û ji mirinê xelas bûye.
Ji ber êşa ketina nav nivînan (regl) pêdiviya jinan bi derziyên êşkuj heye. Lê ji ber ku ji xeynî saetên mesaiyê di revîrê de tu peywirdarekî tenduristiyê nîn e û nikarin li Serwîsa lezgîn 112ê bigerin. Ji lewma êşa wan dirêj dajo.
Ji ber ku li kantîna girtîgehê bi awa, qelîte, pîvan û markayê ew dixwazin tişt nîn in nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin û nayê hiştin ku pêdiviyên xwe ji der ve peyde bikin. Ji bo nimûne; pedên ji bo ketina nav nivînan (regl) li kantînê nayê firotin, pedên heyî jî ne xwedî taybetiyên ku ew dixwazin in. Pedên ku hene jî ne hîjyenîk in û bêqelîte ne û bi buhayê yên baş tên firotin. Gava ku dixwazin biguherînin naguherînin. Alav û amûrên wek tayê dirûtinê, meqes, kaxizên rengîn, pênûsên boyaxkirinê, pênûsên nivîsînê, A3 nadin wan. Jinên girtî ji ber ku ne perwerdekar in di saziyê de kurseke perwerdeker nayê vekirin, bi mehê sê caran sînorkirî hefteyê bi tenê du saet û 15 deqîqeyan werzîş tê kirin û ev wext jî têra wan nake.
Girtî dibêjin ku bi îdiaya ku wan ji ber bi dawî bûna greva birçîbûnê govend girtiye, stran gotine û pê re sirûd stiriye, diruşm berz kirine lêpirsîn li girtiyên jin tevan hatiye kirin û hatine ceza kirin.
Di pêveka ku me pêşkeş kiriye de jixwe bi kitekit hatiye diyar kirin. Me hewl da ku em diyar bikin ku feraseta pederşahî ji derve bêhtir di girtîgehan de û pirsgirêkên ku hene û binpêkirina mafê girtiyan biderbirin. Bi pîr û pakî sererast nekirina rejîma înfazê li gorê jinan, netêrbûna sererastkirinên heyî, rayeya berfireh ku ji rêveberiya girtîgehê hatiye dayîn, pirê caran rûtinbûna kirinên li dijî sererastkirinê heyî yên neteweyî û navneteweyî, ji ber zehmetiya xwe gihandina dadê ya girtiyên jin otorîteya mêranê û zext û tecrîdê di girtigehên ku tê de hatine girtin de bêtir dibînin. Bi vî awayî cihêkariya ku ji xwe duçar dimînin, bi girtina wan re bêtir dibe û piştî berdanê jî dîsa qat bi qat zêde dibe.
Ji bo mirov pêşiyê li vê cihêkariyê bigire û dema jin di girtîgehan de dimînin ji bo ku pêdiviyên xwe yên taybet dabîn bikin divê feraseteke hestewar a li hember zayendiya civakî bibe stratejiya îdarî. Divê jrê neyê ji bo kirinên nehûqî, dawî li polîtîkaya necezakirinê were anîn. Divê saziyên sivîl ên civakî bi bandor bikarin venihêrînê bikin.
Wek ku hûn dizanin di Peymana Tekildarê Beralîkirina Cihêkariya Bi Her Cureyî ya Li Hember Jinan a Neteweyên Tekbûyî CEDAW) ê ku Tirkiyeyê di sala 1985 an de bi dest nîşan kiriye de li aliyên peymanê bi taybetî ji bo ber li cihêkariya kes û kûsên peywirdar ên di saziyên dewletê de li hember bê girtin kirina tidarekên cihê bi cihê kiriye berpirsiyar. Lê hem sererastkirinên yasayî hem jî ji serîlêdanên jinên girtî tê fahm kirin ku, dewleta Tirkiyeyê berpirsiyariya xwe ya di vî warî de bi cih nayêne. Ne mimkûn e ku mirov ji xeynî wekheviya teşeyî, behsa sererastkirinên pêşiyê li cihêkariya li hember jinan bigire bike. Jinên di nav civakê de rû bi rûyê zayendperestiyê dimînin di girtîgehan de û piştî derketina ji girtîgehan jî heman tiştî dibînin.
Ji ber van egeran tevan em di serî de Wezareta Dadê û Wezareta Malbat , Xebat û Xizmetên Civakî bangê rayedaran tevan dikin ku tidarekên bergir bikin li hemberê binpêkirina di girtigehan de, di der heqê peywirdarên ku sûcan dikin tevan de dest bi lêpirsînên dadî-îdarî yên pêwîst bikin.
Komîsyona Çavdêriya Girtîgehan û Navenda Şêwirîn û Kirinê ya Mafê Jinan


