Di Wergiriya Hêzdarkirina Kapasîteya Di Mijara Standardên Mafên Mirovan a Parêzer û Baroyan De Serdanek Li DMME û Konseya Ewropayê Pêk Hat.
Heyeta ku Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN jî di nav de di wergiriya Projeya hêzdarkirina Kapasîteya Baroyan û Hiqûqnasan a Di Mijara Standardên Mafên Mirovan a Parêzer û Baroyan de, ziyareta xebatê ya bi 3 rojan…
Heyeta ku Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN jî di nav de di wergiriya Projeya hêzdarkirina Kapasîteya Baroyan û Hiqûqnasan a Di Mijara Standardên Mafên Mirovan a Parêzer û Baroyan de, ziyareta xebatê ya bi 3 rojan serdana li DMME'ê(AİHM) û Konseya Ewropayê pêk anîn. Bi rayedarên Karên Nivîsê ya Dadgeha Mafên Mirovan Ewropayê re di mijara sepanên dawî yên dadgehê û usûla serlêdanê de civînek hatiye kirin. Li Konseya Ewropayê bi rayedarên CPT (Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Diçermirovî an jî Biçûkxistinî û Cezayê), Yekeya Parastina Daneyan, HELP (Beşa Perwerdehiya Edalet û Mafên Mirovan), Sekreteriya Giştî ya Koçberî û Penaberan, GRECO (Sekreteriya Koma Dewletên li Hember Bêrêtiyê), Daîreya Mafên Civakî, Komîsyona Venedîkê, Komîseriya Mafên Mirovan, GRETA (Beşa Bazirganiya Mirovan), Daîreya Îcraya Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CDCJ (Komîteya Hevkariya Hiqûqî ya Ewropayê) re hevdîtin hatin kirin.


