Em dê lı amedê destûr nedın tıryak û fuhûşê!
Çawa ku di van salên dawî de li gelek deverên welêt rû dide mixabin tê çavdêrîkirin ku li bajarê me jî bikaranîna tiryakê û fuhûş berbelav bûye. Di serî de ciwanên me yên ku hewl tê dayîn têkevin vê xefikê civak bi…
Çawa ku di van salên dawî de li gelek deverên welêt rû dide mixabin tê çavdêrîkirin ku li bajarê me jî bikaranîna tiryakê û fuhûş berbelav bûye. Di serî de ciwanên me yên ku hewl tê dayîn têkevin vê xefikê civak bi tevahî bi van rêbazan tê dejenerekirin. Bikaranîna tiryakê ku bi taybetî di nav nifûsa ciwan de bi lez zêde dibe, heta temenê zarokan da ketiye û rêjeya bikaranînê jî her tim bilind dibe. Zêdebûna mirinên ji ber madeyên hişbir ku piranî ciwan in û zêdebûna hejmara kesên ku bi rîska zêde bikar tînin, bi awayek cidî me û civakê dixîne nav fikaran.
Gefa madeyên pêgiriyê, fuhûş û madeyên tiryakê ku bi taybetî ciwanan armanc digire, ger tedbîrên pêwîst neyên girtin dê bigihêje astên xeternak ku pêşiya wan nayê girtin. Astengkirina ragihîştina madeya tiryakê; bi dûrhiştina maddeyê ji takekesan û takekesan ji madeyê re pêkan e. Di nav vê têgihiştinê de; xebatên arasteyî têkoşîna bi hilberîn û belavkirina madeyên tiryakê, dûrxistina madeyên tiryakê ya ji bikarhêneran re û ji bo neghîje bikarhêneran astengkirina van madeyan lezgîniyê derpêş dike. Divê neyê ji bîr kirin ku tevî metirsiyên ku madeyên tiryakê û fuhûşê di qada tendirustî û dejenerebûna civakî de çê dike ev yek ji pêkhateyên wek tawankarî, çete û mafyakariyan re jî zemînê diafirîne.
Bi bikaranîna madeyên tiryakê ku li park, kuçe û derdorên dibistanan berbelav bûye bi awayê ku di van rojên dawî de ketiye çapemeniyê cihên kar ên di bin navê sektorên kar ên sexte û paravan ên wekî navendên bedewiyê û salonên niwaztinê ku li plazayên luks bi mebesta fuhûşê bi kar tînin, asta hatina xetereyê li ber çavan dide raxistin. Jinên ciwan piştî ku bi rêbazên wek gef û şantajê dibin pêgirên tiryakê dîsa bi hesta bêparbûnê ku ji ber gef û pêgiriyê çê dibe neçarî fuhûşê tên hiştin. Jin û zarokên ku bi darê zorê fuhûş li wan tê ferzkirin, neçar dimînin ku di bin her cure gefa tundiyê de bijîn û dûçarê gefa mafê jiyanê ya wek windakirin û kuştinê dimînin. Em dixwazin careke din bi raya giştî re parve bikin ku em dê li dijî van derdorên bêexlaq ku hewl didin ciwanên me bixin nava van xefikan bi hemû hêza xwe li hember wan bisekinin û têbikoşin.
Ji bo meşandina têkoşîneke encamgir a li hember van torên ku wek heştpêyan(ahtepotan) li bajarê me berbelav bûne, em bang li hemû saziyên gelemperiyê dikin û bi taybetî jî ji meqamên polîs, dadwerî û îdarî re berpirsiyariya wan bi bîr tînin û wan vedxwînin ku tedbîrên parastinî û bergiriyê bigrin. Em li bendê ne ku şaredariyên ku destûr dahine van karsazên ku li plazayên luks di bin hin navan de hatine avakirin û derveyî armancê têne bikaranîn venêrînên ku pêwîst in bikin û demildest destûrên ku dane betal bikin. Her wiha divê saziyên gelemperiyê yên berpirsyar ku bi pêkneanîna venêrînê çavên xwe ji van karsaziyên qaşo re digrin bi kontrolkirina van kargehên divê pêşî li vê bêexlaqiyê bigirin.
Em bang li saziyên gelemperiyê, rêxistinên civaka sivîl û gelê xwe yên hestiyar dikin ku li dijî tiryak û fuhûşê ku hewl tê dayîn li bajarê me berbelav bibe bi hev re têbikoşin. Em dixwazin bi bîr bînin ku hemû kes û sazî xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne ku ciwan û pêkhateya xwe ya civakî biparêzin.
Platforma Piştgirî û Prastina Bajar ya Amedê


