Em Êrîşa Kirêt a Arasteyî Hempîşeya Xwe Şermezar Dikin!
Arasteyî hempîşeya me Prz. Elîf Bîrkîlî ku endama Navenda Mafên Jinan a Baroya me ye piştî danişîna dosyaya tundiya arasteyî jinê ku bi sazîtî tê şopandin, li ber Dadgeha Amedê ji hêla xizmên bersûcan ve dûçarê êrîşên…
Arasteyî hempîşeya me Prz. Elîf Bîrkîlî ku endama Navenda Mafên Jinan a Baroya me ye piştî danişîna dosyaya tundiya arasteyî jinê ku bi sazîtî tê şopandin, li ber Dadgeha Amedê ji hêla xizmên bersûcan ve dûçarê êrîşên fîzîkî û devkî mahiye.
Tu kes nikare bi êrîşa fizîkî, gef û heqaretê li parêzera/ê ku peywira parastinê pêk tîne bike.
Her êrîşa li ser pîşeya parêzeriyê pêk tê; li hember azadiya lêgerîna maf û mafê ewlekariya hiqûqî tê kirin. Em vê êrîşa ku ne tenê li hember hempîşeyên me, di heman demê de li ser pîşeya parastinê û mafê parastina hemwelatiyên me jî hatiye pêkanîn bi tundî şermezar dikin û ji hempîşeyên xwe re ji dil derbasbûniyê dixwazin.
Wek Baroya Amedê di derbarê sûcdaran de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc hatiye kirin û dê pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bê şopandin


