Em êrîşa li hemberî hempîşeyên xwe şermezar dikin...
Hempîşeyên me yên endamên Baroyê Prz. Emel SAYIN û Prz. Omer SANSARKAN piştî rûniştina dozê ya ku roja Duşemê 22.11.2021’an li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê hat dîtin, dema li taxa Madenê li tesîseke civakî bûn…
Hempîşeyên me yên endamên Baroyê Prz. Emel SAYIN û Prz. Omer SANSARKAN piştî rûniştina dozê ya ku roja Duşemê 22.11.2021’an li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê hat dîtin, dema li taxa Madenê li tesîseke civakî bûn rastî êrîşa çekdarî ya xizmên aliyê din hatin. Hempişeyên me yên ku muwekîlên wan di bûyerê de birîndar bûn wek şansekî bê ku birînê bigrin derbas kirin. Ji bo girtina kesên ku êrîş pêk anîne xebat didomin.
Ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên me yên ku piştî bûyerê ji ber girtina îfadeyan ew birin Gerînendetiya Ewlehiyê ya Navçeyê, Endamê Lijneya Baroya me Prz. Mehdî OZDEMÎR çûye navçeyê û li ser navê Baroya me pêvajoya hiqûqî şopandiye.
Tu kes nikare êrîşeke fizîkî, gef û heqaretê li hember parêzerê/a ku erka xwe ya parastinê dike pêk bîne. Her êrîşa li hember pîşeya parêzeriyê, tê wateya pêkanîna li hember maf û azadiyên bingehîn ên civakê û hember mafê ewlekariya hiqûqî.
Weke Baroya Amedê em destgîrkirina êrîşkaran û di encama darizandineke bi bandor de biryara girtina wan daxwaz dikin û em ji raya giştî re radigihînin ku em dê şopînerê pêvajoyê bin.


