Em Êrîşên Devkî û Fizîkî Yên Arasteyî Hempîşeyên Xwe Şermezar Dikin. Em Dê Pêvajoya Darazî Bişopînin.
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Di vê pêvajoya ku astengiyên li pêşiya azadiya lêgerîna maf û pirsgirêkên me yên pîşeyî bi hemû giraniya xwe didomin de, êrîş û bûyerên tundiyê yên arasteyî parêzeran zêde dibin. Di hefteya…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Di vê pêvajoya ku astengiyên li pêşiya azadiya lêgerîna maf û pirsgirêkên me yên pîşeyî bi hemû giraniya xwe didomin de, êrîş û bûyerên tundiyê yên arasteyî parêzeran zêde dibin. Di hefteya dawî de 3 hempîşeyên me yên baroyê dûçarê êrîşên devkî û fîzîkî hatin. Ev êrîş tev cesaretê didin kiryarên çalakiyên ku li hember parastin û parêzeran hatine kirin û bi armanca şikandina berxwedana parastinê ne. Ev êrîşên ku em di van demên dawî de rastî wan tên, bi mebesta astengkirina parêzeran e ku di dema xebatên xwe yên pîşeyî dimeşînin de tên kirin. Di van salên dawî de arasteyî mebesta rêgirtina li ber parêzeran a di pêkanîna wan a peywiran û sînordarkirina xizmeta giştî ya darazî de kiryarên derveyî hiqûqê di meyla zêdebûnê de ne. Ev pêvajoyek hesas e ku ne tenê parêzer û Baroyan, hemû raya giştî jî ji nêz ve eleqedar dike û divê bê şopandin.
Mixabin li ser parêzerên ku nûnerên gihîştina edaletê û azadiya lêgerîna maf a hemwelatiyan in li salonên dadgehan, li cihên kefşê, hêczê û li ofîsên wan êrîşên devkî û kiryarî berdewam dikin. Bi êrîşên bi vî rengî yên devkî û fizîkî bûne tiştên ji rêzê û normal. Bi êrîşên wiha tê xwestin ku dengê parastina xweser bê qutkirin. Divê bê zanîn ku parêzer ne alîgirê dosyayê ye, wekîl e. Wekhevîkirina parêzeran a bi dosyeyên ku girtine û wek alî nihêrtina li wan, sedema bingehîn a van êrîşan e û divê dev ji vê nêrîna şaş a li hemberî parêzeran bê berdan.
Li cihê ku parêzer nikaribin pîşeya xwe bi cih bînin, ne pêkan e ku mirov behsa azadiya welatiyan a lêgerîna mafên xwe bike. Hewldana bêqîmetkirin û rihandina parastinê ya bi domdarî, têgihîştina ji ber dozên ku lê dinêrin wekhevîkirina parêzeran a bi muwekîlên wan re rê li ber pêkanîna êrîşên bi vî awayî ve dike.
Em parêzer endamên pîşeyek wisa ne ku maf û hiqûqa kesan diparêzin û bê ku cudahiyê bixînin navbera kesan wan diparêzin. “Parêzerî xizmeteke gelemperiyê û pîşeyekî xweser e.” Peywira gelemperî ku parêzer pêk tîne, parastina maf û hiqûqa hemwelatiyan e û tevkarîkirina ji bo pêkanîna edaletê ye. Êrîşa mijara gotinê, ji ber ku li hember pîşeyeke ku peywira xwe ya gelemperiyê pêk tîne û ji ber ku li hember pêkanîna cîgirîtiya muwekîl a azadiya lêgerîna maf pêk hatiye jî arasteyî ewlehiya gelemperiyê ye.
Divê neyê jibîrkirin ku her êrîşa li dijî parêziyê ku hêmana damezrîner a darazê ye ango arasteyî parêzeran, di esasê xwe de êrîşeke li dijî dewleta hiqûqê ye. Baroya Amedê dê bi hemû endamên xwe re li hember van êrîşên li dijî hempîşeyên xwe têkoşîna xwe bidomîne.
Weke Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Amedê ji bo dawî li êrîşên kerixî yên li hember hempîşeyên me bê anîn em dê xebatên xwe bidomînin û xebatên darazê yên li hemberî kesên êrîş pêk anîne ji nêz ve bişopînin.
Careke din em van êrîşan şermezar dikin û daxwaza derbasbûniyê pêşkêşî hempîşyên xwe yên ku dûçarê êrîşê mahine dikin.
NAVENDA MAFÊN PARÊZERAN A BAROYA AMEDÊ


