Em Mexdûrên Jenosîdê Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE 1915… Bi dorê ji xwe rakirin… Tehcîr… Bobelata mezin… Jenosîd… Nîjadkujî… Di 1914'yan de li gor serjimariya nifûsê ya Osmaniyan li nav sînorên Tirkiyeyê 1.173.422; li Amedê jî 65.850 Ermenî…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
1915…
Bi dorê ji xwe rakirin…
Tehcîr…
Bobelata mezin…
Jenosîd…
Nîjadkujî…
Di 1914'yan de li gor serjimariya nifûsê ya Osmaniyan li nav sînorên Tirkiyeyê 1.173.422; li Amedê jî 65.850 Ermenî dijiyan. Niha li Amedê hema bibêje bi qasî hejmara tiliyên du destan in.
Di meha Gulana 1915'yan de 635 kes bi gotina ku dê bişînin Misûlê li Amedê li kelekên ser Çemê Dîcleyê hatin siwarkirin. Di ser wan de mihafiz hebûn. Dema hatin gundê Şefka ya bi navê xwe yê îro Sûçekenê li kelekan hatin peyakirin û hatin kuştin.
Navên cihên aîdê gelê bira hat guhertin, eynî wek guhertina yên bi Kurdî. Bi jêbirina her tiştên aîdê cîranên me, hostayên me yên hesinkar, hostayên me yên dîwaran, kerwayên me xwestin em wan û tiştên ku hatine serê wan ji bîr bikin. Me ji bîr nekirin, heta em bi paşerojê rê hevrû nebin jî em dê ji bîr nekin.
Hûn nikarin êşên ku di paşerojê de hatine jiyandin ji hundirê xwe derînin, ra bikin û biavêjin. Trajedî û êşa ku ew bûye sedem çiqas mezin be, demek ew qas mezin we dişopîne. Tezên nêrînên fermî çi dibêjin bila bibêjin, çavkaniyên me yên herî pêbawer ên di mijara tiştên ku hatine serê Ermeniyan de çîrokên bi êş û şermê xemlandî yên kal û pîrên me ne. Me ev çîrokên ji dîroka devkî ku di vebîra me de hatine verihiştin; bi tirs, bi girîn û bi şermbûnê guhdar kirin.
Tiştên ku di 1915’yan de hatin jiyandin, pirsgirêkekî bi qasî ku ji nîqaşên polîtîk û têkiliyên navneteweyî re nebe malzeme pêwist û mirovî ye. Danîna pêşerojeke demonratîk, ji bo bi tevahî başbûna birînên me yên ku qalik girtine lê bi tu awayek baş nabin rêyek din a ji bilî hevrûbûna bi vê paşerojê re û hevhelalkirinê pê ve tune ye.
Em kesên ku di salan 1915'yan de;
Bi zorê ji cihê xwe hatine rakirin,
Dûçarê tehcîrê bûne,
Bobelatên mezi jiyane,
Mexdûrên jenosîdê,
Bi rêzdarî bi bîr tînin.
BAROYA AMEDÊ


