Em Qedexe û Tacîza Darazê ya Arasteyî Dayîkên Aştiyê Qebûl Nakin
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku ji sala 1995'an û vir ve bi darê zorê hatine windakirin hîn bibin û ji bo edaletê li Qada Galatasarayê bi awayek aştiyane dicivin. Ji nûçeyên ku di raya giştî de belav bûne…
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku ji sala 1995'an û vir ve bi darê zorê hatine windakirin hîn bibin û ji bo edaletê li Qada Galatasarayê bi awayek aştiyane dicivin.
Ji nûçeyên ku di raya giştî de belav bûne hatiye hînbûn ku Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafan, di dema çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê, di hefteya 941'emîn a lêgerîna edaletê de hatin binçavkirin.
Gelek kesên ku ev 28 sal in beşdarî hevdîtina Dayikên Şemiyê dibin dûçarê zordestî, tacîz, bikaranîna hêza pir zêde, binçavkirina kêfî û gefên darazê dimînin.
Destwerdana hêzên polîs û binçavkirinên ku tên jiyandin, bi armanca zextdahina ser parêzvanên mafan, rêlibergirtina eşkerebûna heqîqetê û lêgerîna edaletê pêk tên. Em gef û qedexeya darazî ya li hember Dayikên Şemiyê ku bi salan e ji bo aqûbeta xizmên windayan bipirsin li hev kom bûne şermezar dikin.
Di biryara bi dîroka 16'yê Mijdarê de ku di wergiriya serîlêdana takekesî de ji hêla Dadgeha Qanûna Bingehîn ve di derbarê astengirina çalakiya hefteya 700'emîn de hatiye girtin, di wergiriya Benda 34. a Qanûna Bingehîn bê ku danezan bê dayîn ku bi awayek aştiyane hatiye pêkanîn di xisûsa dîtina kesên ku bi darê zorê hatine windakirin û darizandina kiryaran de bi armanca pêkanîna hayjêbûniyê ya di raya giştî de daxwaza çêkirina çalakiya rûniştinê û daxuyaniya çapemeniyê divê di civakeke demokratîk de bi rêzdarî bê dîtin û biryar hat dayîn ku mafê civîn û xwepêşandanê hatiye binpêkirin.
Divê dev ji tacîza ku digel biryara binpêkirinê ya Dadgeha Qanûna Bingehîn a arasteyî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafî ku mafên xwe yên xwepêşandanê ya aştiyane bi kar tînin didome were berdan û tavilê bên berdan.
Baroya Amedê piştgirî dide lêgerîna heqîqet û edaletê ya Dayikên Şemiyê; Ji rayedar berpirsiyarên xwe yên arasteyî dabînkirina bi bandor, bikaranîna mafê organîzekirina civîn û xwepêşandanan bi cih bînin; Em ji raya giştî re radigihînin ku em dê li hembet tacîza darazê di nav hevkariyê de bin.


