Encamên Lêkolîna “Li Amedê Têgihîştina Mafên Mirovan”…
Ev lêkolîn ji bo pîvandina têgihîştina mafên mirovan a li bajarê Amedê, bi lêkolînkirina daneyên ji hevdîtinên rû bi rû yên bi 1000 kesan re hatiye amadekirin. Hinek encamên ku dawiya lêkolînê bipêş ketin wek jêr in:…
Ev lêkolîn ji bo pîvandina têgihîştina mafên mirovan a li bajarê Amedê, bi lêkolînkirina daneyên ji hevdîtinên rû bi rû yên bi 1000 kesan re hatiye amadekirin. Hinek encamên ku dawiya lêkolînê bipêş ketin wek jêr in:
-Beşdar ji bo paşeroja Tirkiyeyê di mijara mafên mirovan de bi awayê du komên wekhev dabeş bûne. Ji %47'ê beşdaran li ser paşeroja Tirkiyê di warê mafên mirovan de reşbîn in, %46 jî xweşbîn in.
-Zayendî û temenê beşdaran di mijara mafên mirovan de fikrên wan ên ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bandoreke diyarkirî pêk nayne di tercîhên wan ên dengan bi awayekî bandorker li ser fikrên wan tesîr dike.
-Ji %85'ê beşdaran difikirin ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan heye. Ji %71'ê vê rêjeyê dibêje ku "her tim mafên mirovan" tê binpêkirin, jî %14 jî dibêjin ku carinan mafên mirovan têne binpêkirin.
-Nêrînên beşdaran ên di derbarê binpêkirinên mafên mirovan de rasterast bandorê li tercîhên dengên wan ên ji bo partiyên siyasî dike. Mînak, piraniya kesên ku dibêjin “li Tirkiyeyê mafên mirovan nayên binpêkirin” hilbijêrên Partiya AKP'ê ne.
-Dema binpêkirinên mafan û tercîhên partiyên siyasî yên beşdaran bi hev re tên nirxandin, tê dîtin ku pêwendiya binpêkirina mafan bi pirsgirêka kurd re bi awayeke cidî girêdahî ye û ev girêdan teşeyê dide tercîhên wan ên dengan ên partiyên siyasî.
-Ji %75'ê beşdaran diyar kirin ku ew ne ewle ne ku ji hêla zagonan ve tên parastin.
-Ji %62'yê beşdaran diyar kirin ku li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê tune, ji %26’an jî gotine ku bi qismî azadiya îfadeyê heye û ji %6 jî gotine ku azadiya îfadeyê bi tevahî heye.
-Tercîhên dengdana partiyên siyasî yên beşdaran jî rasterast bandorê li ramanên wan ên li ser azadiya îfadeyê ya li Tirkiyê dike.
-Rêjeya beşdarên ku encamlênehatina dozan a bi awayekî demdirêj wek binpêkirina mafên mirovan dihesibînin ji %81 e.
-Rêjeya beşdarên ku ji bo pêşniyaza "mirov li ser çi bixwazin dikarin xwepêşandan û protestoyên aştiyane pêk bînin" ku dibêjin "teqez beşdar dibim" %26 û rêjeya beşdarên ku dibêjin "beşdar dibim" jî %37 e.
-Ji %73’ê beşdaran bi rêjeyek ketî bi pergala edaletê ya li Tirkiyeyê pêewle ne. Ji pergala edaletê ya li Tirkiyeyê re pêewlehiya ji sedî %9’ê beşdaran nîvî ye û ji %7 jî bilind e.
-Dema pirsa "Li gorî we li Tirkiyeyê ên ku herî zêde mafên wan tên binpêkirin kîjan kom in?" ji beşdaran hat pirsîn bi dorê rêza 3 yên pêşîn jin, Kurd û zarok digrin.
-Ji bersiva pirsa "Li Tirkiyeyê koma ku herî zêde mafên wan tê binpêkirin kîjan kom e?" re tê dîtin ku beşdarên jin beriya nasnameya Kurd nasnameya jinê, mêran jî nasnameya Kurd xistine pêş.
-Li gorî beşdaran, aktorên ku herî zêde dibin sedema binpêkirina mafan li gor rêzê dewlet, mêr û daraz/dadgeh in.
-Beşdar bi rêzê herî kêm dadgehan, Serokkomar û Meclisê/MNMT(TBMM) pêewle dibînin. Herî zêde jî Saziyê Civaka Sivîl, baroyan û Neteweyên Yekbûyî pêewle dibînin.
Pêwlehiya ku li gorî tercîhên dengdana partiyên siyasî yên beşdaran ji saziyan re tê dîtin awayekî diyarkirî cihêtiyê nîşan dide.
Beşdaran bi mafên mirovan re li gor rêzê edalet, azadî û jiyanê Li hev anîn.
Li ser pêşniyaza "Gava ku hewce bike dikarin li şaredarî û zanîngehan qeyûm bên tayînkirin." ji %30'ê beşdaran diyar kirin ku teqez napejirînin, ji %24 destnîşan kirine ku napejirînin. Li hêla din ji %6 diyar kirin ku teqez dipejirînin û ji %18 jî gotin em dipejirînin.
Li ser pêşniyaza "Negirtina xizmet û perwerdehiya bi zimanê dayikê binpêkirina mafên mirovan e." ji %37'ê beşdaran diyar kirin ku ew "dipejirînin" û %30,5 jî gotin em "teqez dipejirînin".
Li ser pêşniyaza "Di girtina personelên gelemperî de lêpirsîna ewlehiyê binpêkirina mafan e" ji %23’yê beşdaran destnîşan kirin ku teqez dibejirînin, ji %32,5 jî gotin em dipejirînin.
Ji 3 beşdaran 2'yê wan lênedana perpûna(derzî) Covid-19 wekî binpêkirina mafên mirovan nirxandin.
Li ser pêşniyaza "bi zorê dahina xwendina 'sonda me' binpêkirina mafên mirovan e." ji %81'ê beşdaran pejirandine.
Ji %70'yê beşdaran ji bo girtina kesekî ku ji ber ku gotiye"Kurdistan" hatiye girtin wek binpêkirina maf dibînin, ji %20 jî gotine "bêfikr im".
Ji bo hûn bighîjin tevahiya raporê BITIKÎNİN


