Hempîşeyên Me Yên Ku We Bi Awayek Derhiqûqî Girtine Demildest Berdin
Di wergiriya lêpirsîna ku di 24.04.2023'an de hat destpêkirin de hempîşeyê me Prz Şerzan YELBOĞA, îro li dadgeha Amedê ku bi daxwaza xwe ji bo dahina îfadeyê hatibû bi hinceta 'fealiyetên wî yên pîşeyî' û 'gumana…
Di wergiriya lêpirsîna ku di 24.04.2023'an de hat destpêkirin de hempîşeyê me Prz Şerzan YELBOĞA, îro li dadgeha Amedê ku bi daxwaza xwe ji bo dahina îfadeyê hatibû bi hinceta 'fealiyetên wî yên pîşeyî' û 'gumana revînê' hatiye girtin.
Parêzer di civakeke demokratîk de temînatên bingehîn ên azadiya lêgerîna maf û dewleta hiqûqê ne. Di civakeke ku pîşeya parêzeriyê bi temamî azad nayê kirin, parêzer bi girtinên girseyî dûçarê lêpirsînên sizayê dimînin û hewl tê dayîn bên xunifandin de ji ewlehiya tu kesekî nayê behskirin.
Baroya Amedê û endamên wê li hemberî pêkanînên zext, lêpirsîn û girtinên serdemên derbeyê û rewşên awarte serî netewandine. Bê guman em dê li hember pêkanînên derhiqûqî, gefên darazê, sepanên zextî yên li ser parêzeran û xebatên wan ên pîşeyî bisekinin.
Gaveke zûtir dawî li pêvajoyên girtiniyê yên domdar ku mafên bingehîn ên hepîşeyên me bi awayek kêfî û bêhiqûqî tên binpêkirin bînin.


