Hûn Dê Nikaribin Ser Vê Kuştinê Binixumînin!
Serokê Baroya me Tahîr Elçî di dîroka 28’ê Mijdara 2015’yan de li ber Minareya Çar Ling a ku li Navçeya Sûrê ya Amedê ye, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo balkişandina ser êrîşa arasteyî mîrasa çandî di encama…
Serokê Baroya me Tahîr Elçî di dîroka 28’ê Mijdara 2015’yan de li ber Minareya Çar Ling a ku li Navçeya Sûrê ya Amedê ye, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo balkişandina ser êrîşa arasteyî mîrasa çandî di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dahibû.
Lêkolîna ku diviyabû hema piştî kuştinê li cihê bûyerê bi hendazeyî bihatana kirin nehatiye kirin, delîl nehatine komkirin, di encama vê de dendikê guleya ku rê li ber mirina Tahîr Elçiyî ve kiribû jî nehatibû dîtin. Tevî vê yekê karmendên polîs ku di dema mirina Tahîr Elçiyî de li cihê bûyerê bûn û bi awayekî zêde çek bikar anîbûn wek gumandar îfadeya wan nehatiye girtin, wek şahidên dîdar hatine guhdarkirin. Ji qismeke mezin a daxwazên me yên ku me heta niha bi nêzê sed (100) daxwaznameyan pêşkêşê dosyeya lêpirsînê kirine re guh nehatiye dahin. Merca lêpirsînê, ji roja ku bûyer pêk hatiye heta îro di mijara lêpirsînê de helwesteke guhnedêr nîşan dahiye. Dawiyê wekî ji dîmenên cihê bûyerê jî bi awayekî vekirî tê fêmkirin di hêla berdewamiya polîtîkaya bêcezatiyê de û bi parastina karmendên polîsên ku di bin gumana zêde ya sûc de ne tercîh hatiye kirin.
Digel daxwaza me ya kiryariya di derbarê gumandarên zêde muhtemel a di rapora ku Baroya me bi derfetên xwe bi Beşa Avahsaziya Edlî ya Zanîngeha Londrayê Forensîc dahibû amadekirin de hatibû destnîşankirin û digel ku me di dîroka 14’yê Berfanbara 2018’yan de ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re dahibû ragihandin jî heta demeke dirêj bi navê gumandar îfadeya tu kesî nehatiye girtin.
Digel ku ji derveyî rapora ku me pêşkêş kiriye pê ve tu delîleke nû li dosyeyê nehatiye zêdekirin 4 sal û 4 meh şûn ve di îdianameya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin de, di derbarê 3 karmendên polîs û endamekî rêxistinê de îdianame hatiye çêkirin û îdianameya ku ji dadgeha cezaya giran re hatiye pêşkêşkirin hê jî ji hêla dadgehê ve tê lêkolînkirin.
Îdianameya ku 4 sal û 4 meh şûn ve hatiye amadekirin di hêla teknîka hiqûqî de gelek bipirsgirêk e. Wisa ku; di dema bûyerê de karmendên polîs ên ku li cihê bûyerê bûne û li gor cihê ku Tahîr Elçî hatiye kuştin xwediyê gûça avêtina herî netbûyî ne wek gumandar hatine destnîşankirin. Bi heman awayî du endamên rêxistinê ku piştî kuştina du karmendên polîs di dema bûyerê de ji cihê bûyerê bi bazdanê derbas dibûn û ber bi cihê ku Tahîr Elçî hatiye kuştin ve diçûn û tu guleavêtina wan nehatiye tespîtkirin jî ji vê kuştinê berpirsiyar tên dîtin. Ji ser îdianemeyek tenê amadekirina van her du bûyeran fikarek wisa dahiye çêkirin ku niyeta şofandina kujerên Tahîr ELÇÎyî jê dixuye, hewl tê dayîn ku ser kuştina Tahîr ELÇÎyî were niximandin û bi vê awayê doz bi bêcezatiyê were biencamkirin.
Lewre bûyera ku bi kuştina Tahîr Elçî bi encam bûye ji du merhaleyan pêk tê. Ya pêşîn; bûyera ku endamên rêxistinê ku du karmendên polîs kuştine û yek jî birîndar kirine berpirsiyar in. A duyemîn jî bûyera ku bi kuştina Tahîr Elçî bi encam bûye ye. Tevî ku di nav her du bûyeran de girêdaneke sedemî heye jî, di hêla encamê de bi tevahî ji hev serbixwe ne. Digel vê yekê sererastkirina her du bûyeran a di heman îdinameyê de, her çiqas pîleya wan a kastê cihê be jî ji mirina Elçiyî berpirsiyar girtina hem endamê rêxistinê hem jî ya sê karmendên polîs ku li cihê bûyerê bûne , xetayeke cidî ya hiqûqî û hevnegirtiniya mantiqî destnîşan dike. Di hêla sûcê ku endamên rêxistinê kirine de helbet divê lêpirsîn û taqîbateke cuda were meşandin. Îtiraza me, bi awayê ku kuştina Tahîr Elçî binixumîne daxilkirina vê lêpirsîn û taqîbatê ya li lêpirsîn û taqîbata bûyera kuştina Tahîr Elçî ye. Lewre em dixwazin balê bikşînin ku ji dîroka bûyerê heta îro lêpirsîna aîdê her du bûyeran bi awayekî serbixwe tê meşandin.
Di vê rewşê de daxwaz û bendewariya me ev e ku Dadgeh vê îdianameya ku zemîneke wê ya hiqûqî û mantiqî tune ye îade bike.
Helwesta mercên darazê çi dibe bila bibe, em dê ji bo kultina Tahîr Elçî bi hemû hêlên xwe ve were derxistin û kujer werin cezakirin em dê têkoşîna xwe bi heman biryardariyê bidomînin.
Hûn dê nikaribin ser vê kuştinê binixumînin!
Bi rêzdarî,
Baroya Amedê


