Ji baroyan daxuyaniya hevpar: dıvê madena zêr a lı nahalê zelal (îlîç)a erzınganê demıldest were gırtın.
Tespîtên li ser nizilîna siyanurê ku tê gotin di 21ê Hezîranê roja sêşemê saet di 02:45'an de li navçeya Nahalê Zelal (Îlîç) a Erzinganê piştî teqîna di xeta lûleyê de ku siyanûrê dibir kana zêr a ku ji hêla şîrketeke…
Tespîtên li ser nizilîna siyanurê ku tê gotin di 21ê Hezîranê roja sêşemê saet di 02:45'an de li navçeya Nahalê Zelal (Îlîç) a Erzinganê piştî teqîna di xeta lûleyê de ku siyanûrê dibir kana zêr a ku ji hêla şîrketeke navneteweyî ve tê xebitandin, nêzî 20 ton solusyona siyanurê tevlî çemê Firat û Bendava Kebanê bûye û ava bi siyanur gihiştiye Bendava Îliçê ya ku li ser Çemê Firatê hatiye avakirin; di nav hemû raya giştî de rê li ber fikareke mezin ve dike.
Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îliçê ve ji ber bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û hat ragihandin ku ji ber nizilînê 16 milyon û 441 hezar TL cezaya pere ya îdarî li şîrketê hatiye birîn.
Her çend li herêma ku di bin xetereya erdhejê de ye livdariyeke jeolojîk tunebûye jî teqîna lûleyan mezinahiya metirsiyê û nebûna kontrolê derdixîne holê; ji ber ku pêvajoya veqetandina zêr di kanê de hîna bênavber 24 saet berdewam dike jî hema hema vexwendinek ji bo felaketên nû dertîne.
Digel ku bûyerên bi vî rengî li hin bajarên me yên din jî hatine jiyîn şîrket her carê bêyî ku guh li vê rewşê bidin hilberînê didomînin û ji bo zêdekirina kapasîteyê dikarin serlêdanê pêk bînin.
Çûyîna bûyerê bi me Çernobîlê tîne bîra mirov! Ger xeterî tenê bi navçeya Îlîçê sînorkirî nebe û îhtîmala nizilîna kîmyewî ya li bendavan veguherîbe rastiyê, wê demê tevahiya herêma me ya Başûrê Rojhilatê Anadolê û Rojhilata Navîn rasterast di bin gefê de ye. Eşkere ye ku ji bilî Erzinganê li nêzî 20 bajarên din qadên çandiniyê jî dê bikevin bin bandora vê felaketê.
Li navçeya ku rezerva zêr ya herî mezin lê ye, ji sala 2010'an vir ve bêyî ku tedbîr bên girtin û tesîsên dawerînê bên avakirin zêr bi siyanûrê tê derxistin; Qada lêgerîna zêr tevî xwezayê gefê li tendurustiya me jî dixwîne. Ger wisa berdewam bike em dê di demeke nêz de ava şirîn a paqij li welatê xwe nebînin.
Divê em ji bo xatirê zêran dev ji çavkaniyên xwe yên jiyanê ku xwediyê pêwistiyeke çandinî û jiyanî ne bernedin û xwezaya xwe pir baş biparêzin.
Li hember vê karesata ku dibe sedema gelek ziyan û binpêkirinên wek jehrîkirina çavkaniyên avê, tunekirina pirengiya biyolojîkî, bêîmkaniya gihîştina xureka saxlem, qirêjiya hewa û axê ku rê li ber gelek zirar û binpêkirinan ve dike beriya ku tu candarek zerarê bibîne; divê ruhsata şîrketa madenê bê betalkirin û demildest xebatên wan ên lêgerîna zêr bên rawestandin.
Em baroyên ku îmzeya wan li jêr e; bi zanebûna ku ev welat aîdî me hemûyan e û ya herî zêde ya nifşên paşerojê ye, em dê li hember texrîbatên ku bi rûxîna ekolojîk li ser tenduristiya gel pêk tîne tênêkoşîna xwe bilind bikin û destûrê nedin ku ji bo rantê çar aliyên welêt bên tunekirin.
Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.
1- Baroya Edenê
2- Baroya Semsûrê
3- Baroya Afyonkarahîsarê
4- Baroya Agiriyê
5- Baroya Aksarayê
6- Baroya Amasyayê
7- Baroya Enqerê
8- Baroya Antalyayê
9- Baroya Erdexanê
10- Baroya Artvînê
11- Baroya Aydinê
12- Baroya Balikesîrê
13- Baroya Bartinê
14- Baroya Êlihê
15- Baroya Bîlecîkê
16- Baroya Çewlîgê
17- Baroya Bolûyê
18- Baroya Bûrdûrê
19- Baroya Bûrsayê
20- Baroya Çanakkaleyê
21- Baroya Çankiriyê
22- Baroya Çorûmê
23- Baroya Denîzliyê
24- Baroya Amedê
25- Baroya Duzceyê
26- Baroya Edîrneyê
27- Baroya Erzînganê
28- Baroya Erzeromê
29- Baroya Eskîşehîrê
30- Baroya Dîlokê
31- Baroya Gîresûnê
32- Baroya Gumuşhaneyê
33- Baroya Colemergê
34- Baroya Xetayê
35- Baroya Îdirê
36- Baroya Ispartayê
37- Baroya Stenbolê
38- Baroya Îzmîrê
39- Baroya Mereş/Gurgumê
40- Baroya Karabukê
41- Baroya Qersê
42- Baroya Kastamonûyê
43- Baroya Kayseriyê
44- Baroya Kirikkaleyê
45- Baroya Kirklareliyê
46- Baroya Kîlîsê
47- Baroya Kocaeliyê
48- Baroya Konyayê
49- Baroya Kutahyayê
50- Baroya Meletiyê
51- Baroya Manîsayê
52- Baroya Mêrdînê
53- Baroya Mersînê
54- Baroya Mûglayê
55- Baroya Mûşê
56- Baroya Nevşehîrê
57- Baroya Nîgdeyê
58- Baroya Ordûyê
59- Baroya Osmaniyeyê
60- Baroya Sakaryayê
61- Baroya Samsûnê
62- Baroya Sêrtê
63- Baroya Sînopê
64- Baroya Sêwazê
65- Baroya Rihayê
66- Baroya Şirnexê
67- Baroya Tekîrdagê
68- Baroya Tokatê
69- Baroya Dêrsimê
70- Baroya Trabzonê
71- Baroya Ûşakê
72- Baroya Wanê
73- Baroya Yalovayê
74- Baroya Yozgatê
75- Baroya Zongûldakê


