Ji Baroyên Ku Dibêjin Ne Jinan Kuştinan Bidin Sekinandin Daxuyaniya Hevpar
“NE JINAN, KUŞTINA JINAN BIDIN SEKINANDIN” Di demeke ku li welatê me kuştinên jinan bi lez zêde dibin de, herî dawî di pêvajoyeke ku em sawdarî û xemgîniya qetilkirina Ceren Ozdemîrê ku ji hêla firariyekî girtîgehê yê…
“NE JINAN, KUŞTINA JINAN BIDIN SEKINANDIN”
Di demeke ku li welatê me kuştinên jinan bi lez zêde dibin de, herî dawî di pêvajoyeke ku em sawdarî û xemgîniya qetilkirina Ceren Ozdemîrê ku ji hêla firariyekî girtîgehê yê nenaskirî ve çend roj berê hat qetilkirin dijîn de, em mudaxileya hêzên ewlehiyê ya li xwepêşandaneke aştiyane ku ji hêla jinan ve bi mebesta tundiya hember jinê şermezar bikin li Stenbolê pêk anîn şermezar dikin.
Ev binçavkirin û mudaxileyên tundîkar ên arasteyî civîneke aştiyane û mafdar ku hember kuştinên jinan pêk dihat, bi awayekî derhiqûqî astengkirina mafê meşa xwepêşandan û civînê ye. Li hember kuştinên jinan parastina mafê jiyanê, protestokirina tundiyê, bangkirina peywirê ya berpirsiyaran bikaranîna mafeke demokratîk e.
Xwepêşandaneke dansê ku li hemû cîhanê ketiye rewşa sembola tundiya hember jinê, ji hêla polîsan ve bi awayê bikaranîna tundiyê belavkirina wê û bi pêvekirina kelemçeya ters binçavkirina xwepêşanderan nayê qebûlkirin.
Pêşîlêgirtina tundiya ku arasteyî jinê dibe, mukelefiya dewleta me ye. Di vê aliyê de, em tundiya arasetyî jinan ku hêzên zebtî û yên ku talîmatê dahine li şûna ku piştgiriyê bidin li ser jinan pêk anîne şermezar dikin û daxwaza di cih de berdana kesên ku hatine binçavkirin dikin.
Em wek Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, Baroyan û TUBAKKOM’ê, ji bo pêşîlêgirtina tundiya arasteyî jinê daxwaza xwe ya mafdar tînin ziman û em bi rêzadariyên xwe bi raya giştî re parve dikin dikin ku em dê têkoşîna xwe bi awayekî bêqutifîniyê bidomînin.
- Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê
- Baroya Afyonê
- Baroya Agiriyê
- Baroya Aksarayê
- Baroya Amasyayê
- Baroya Amedê
- Baroya Antalyayê
- Baroya Artvînê
- Baroya Aydinê
- Baroya Balikesîrê
- Baroya Bartinê
- Baroya Bedlîsê
- Baroya Bîlecîkê
- Baroya Bolûyê
- Baroya Bûrdûrê
- Baroya Bûrsayê
- Baroya Colemergê
- Baroya Çewlîgê
- Baroya Çanakkaleyê
- Baroya Çankiriyê
- Baroya Çorûmê
- Baroya Dîlokê
- Baroya Denîzliyê
- Baroya Dêrsimê
- Baroya Duzceyê
- Baroya Edeneyê
- Baroya Edîrneyê
- Baroya Enqereyê
- Baroya Erdexanê
- Baroya Erzeromê
- Baroya Erzînganê
- Baroya Eskîşehîrê
- Baroya Êlihê
- Baroya Gîresûnê
- Baroya Herêmê ya Gumüşhane-Baybûrtê
- Baroya Hatayê
- Baroya Îdirê
- Baroya Îzmîrê
- Baroya Karabukê
- Baroya Karamanê
- Baroya Kastamonûyê
- Baroya Kayseriyê
- Baroya Kirikkaleyê
- Baroya Kirklareliyê
- Baroya Kirşehîrê
- Baroya Kilîsê
- Baroya Kocaeliyê
- Baroya Konyayê
- Baroya Kutahyayê
- Baroya Manîsayê
- Baroya Meletiyê
- Baroya Meraşê (Gurgum)
- Baroya Mêrdînê
- Baroya Mêrsînê
- Baroya Mûglayê
- Baroya Mûşê
- Baroya Nevşehîrê
- Baroya Nîgdeyê
- Baroya Ordûyê
- Baroya Osmaniyeyê
- Baroya Qersê
- Baroya Rihayê
- Baroya Rîzeyê
- Baroya Sakaryayê
- Baroya Samsûnê
- Baroya Semsûrê
- Baroya Sêrtê
- Baroya Sînopê
- Baroya Spartayê
- Baroya Stenbolê
- Baroya Sîvasê
- Baroya Şirnexê
- Baroya Tekîrdagê
- Baroya Tokatê
- Baroya Trabzonê
- Baroya Ûşakê
- Baroya Wanê
- Baroya Xarpêtê
- Baroya Yalovayê
- Baroya Yozgatê
- Baroya Zongûldakê
- TÜBAKKOM (Komîsyona Hiqûqa Jinan a Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê)


