Jı bo çapemenıyê û raya gıştî
Girtiyan ji bo dawî li binpêkirinên mafên mirovî were, şertên înfazê yên giran bûne serrast bibin û dawî li Tecrîda li İmralıyê were û girtiyên li wir û malbatên wan hev û din bibînin di 27’ê Mijdara 2020’î de ragihand…
Girtiyan ji bo dawî li binpêkirinên mafên mirovî were, şertên înfazê yên giran bûne serrast bibin û dawî li Tecrîda li İmralıyê were û girtiyên li wir û malbatên wan hev û din bibînin di 27’ê Mijdara 2020’î de ragihand ku ew dest bi greva birçîbûyînê ya bê dem û dor dikin û li 107 girtîgehan belav bûye û 74 roj in ku grev berdewam e.
Di girtîgehên li Tirkiyeyê de ji zû de ye ku mafên mirovî binpê dibin û ev rewş bûye rewşeke misêwayî. Bi taybetî bi hinceta pandemiyê bi derxistina yasayê bi hejmar 7242’yî guhertina yasayê înfazê şertên ji bo girtiyên di çarçoveya TMK’ê de hatine girtin yekcar giran bûne. Bi zêde kirina lê ya şertên pandemiyê binpê kirin zêdetir bûne. Ji bo girtiyên li İmralıyê berê jî grevên birçîbûyînê hatine kirin, bi tesîra van grevan bi demkî tecrîd hatiye rakirin, lê ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve ye ku dîtina hev û din qedexe bûye. Ev rewş li dijê Rêgezên Mandelayî yên Neteweyên Yekbûyî, pêşniyazên CPT’ê û Yasayê Înfazê yê bi hejmar 5275 e. Ji aliyê Wezareta Dadê ve divê demildest dawî li vê rewşa neyasayî were anîn û bi parêzer ya jî malbatan re hevdîtin werin kirin.
Em hiqûqvan, mafparêz, nûnerên rêxistina tenduristiyê di serî de mafê tenduristiyê yên girtiyên di grevê de ne; ji bo parastina mafê jiyanê yê wan dixwazin rayedar tev hestewariya divê nîşan bidin.
Desthilata siyasî, hê ku rewş xerabtir nebûye divê helsengandina daxwaza girtiyên di grevê de bike. Daxwazeke bi tenê ya 313 girtiyên di grevê de he ye. Ew jî daxwaza rabûna tecrîda tekezkirî ye. Bi cih anîna vê daxwazê berpirsiyariya desthilata siyasî ye. Heger daxwaz neyê bi cih anîn û encameke xemgînker çêbibe ji bo girtiyên çalakîvan dê dîsa desthilata siyasî berpirsiyar bibe. Ji lewma divê pêşî Wezareta Dadê û saziyên pê ve girêdayî zûzûka tevbigerin. Di mijarên bi dawî kirina binpêkirinên di girtîgehan de, kirina miemeleya insanî, rakirina ji navê ya miemeleya neinsanî, êşkênce ku kirinên qedexe ne û binpêkirinên din, bêyî îhmal kirin kirina tedawiya girtiyên nexweş, girtina pêşiyê li veguherîna êşkenceya tecrîdê ya şertên karantînayê ku piştî sewq kirina nexweşxaneyan de, Wezareta Dadê ya Navxweyî, Wezareta Tenduristiyê, Komîsyona Vekolana Mafê Mirovan û sazî û destgehên têkildar tev divê bi erka xwe rabin. Kirina kontrola tenduristiyê ya girtiyên di grevê de bi rêk û pêk, bi cih anîna divêtiyên xwarin û vexwarinê li gor protokolan, nihêrtina li girtiyan bi tibî divê werin kirin. Berê jî di demên grevên birçî bûyînê de tiştê divê bi tibî werin ji saziyên înfaz kirina ceza re hatine ragihandin û divê ev prosedur bi cih bê anîn.
Em rêxistinên maf, huqûq û tenduristiyê yên îmzeyên wan li xwarê hene ji bo ku tenduristiya girtiyên di grevên birçî bûyînê di 107 girtîgehan de nekeve talûkeyê ji bo bi dawî kirina binpê kirinên mafî û anîna dawiyê li tecrîdê Wezareta Dadê û saziyên têkildar vedixwînin ku bi erka xwe rabin. Koordînasyona Şopandinê ya ku me ji bo şopandina ji nêz ve ya demajoya greva birçî bûyînê ya girtîgehan de ava kir; dê di asta navendî û xwecihî de bikeve hewlê, vê rewşê bike rapor û tevkariya bike li çêbûyîna raya giştî ya demokratîk.
- Odeya Pizîşkan a Amedê
- Nimînendehiya Amedê ya Weqfa Maqfê Mirovan a Tirkiyeyê
- Şaxê Amedê yê Komala Mafê Mirovan
- Şaxê Amedê yê Komala Hiqûqvanên Ji Bo Azadiyê
- Baroya Amedê
- TUHAYDER
- Şaxê Amedê yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê


