Jı şerî rê na aştî hema nıha!
“wek jineke welatê min tune, wek jineke ez welatek jî naxwazim, wek jineke hemû cîhan welatê min e” Virginia Wolf Tirkiyeyê di dîroka 09.10.2019'an de digel hemû îtirazên civaka navneteweyî biryara mudaxileya leşkerî ya…
“wek jineke welatê min tune, wek jineke ez welatek jî naxwazim, wek jineke hemû cîhan welatê min e”
Virginia Wolf
Tirkiyeyê di dîroka 09.10.2019'an de digel hemû îtirazên civaka navneteweyî biryara mudaxileya leşkerî ya yekhêlî ya arasteyî Sûriyeyê girt. Li şûna ku pirsgirêkên neteweyî û navneteweyî bi dîplomasî, diyalog, mafê mirovan, bi rêzik û saziyên navneteweyî çareser bike şer wek tekane vebijarkê li civakê tê ferzkirin. Halbihal rewşa heyî di encama polîtîkayên şaş ên desthilatiya siyasî ji ber zehmetiyên rêvebirina qeyrana sosyal, siyasî û aborî ku ketiye nav pêk tê. Desthilatî ji nîqaşkirina vê rastiyê ya di nav raya giştî de nerazî ye. Ji ber vê yekê hemû bertekên demokratîk û aştiyane yên dijberê şer tên krîmînalîzekirin û bi amûrên pêkutiyê tên astengkirin.
Tecrûbeyên ku rabirdûyê de hatine jiyandin dide nîşandan ku derdora şer û pevçûnê, jin bêhtir dûçarê tundî û cihêkariya bi bingeha zayenda civakî dibin.
Em jin dizanin ku şer çawa mêrîtiyê fît dike û hêzdar dike, tundiya arasteyî jinê çawa gur dike. Lewre em di wê ferqêde ne ku mekanîzmayên tehekumiyê yên li ser civakê bi awayekî zanebûn ji ser zayendparêzî û dijmintiya li jinê tê kûrkirin.
Şer, çavkaniya bingehîn a hêzdarkirina polîtîkayên şerker û mîlîtarîzmê ye. Şer ji bo jinan tê wateya bêhtir mirin, xizanî, koçberî, pêkutî û bêewlehiyê.
DivêTirkiye deng û îtirazên navneteweyî bi baldarî bigre û bê ku zêde wendahiya giyanan were jiyandin vê herekata leşkerî bide sekinandin. Pirsgirêkan di derdorek bê şer de bi rêya diyalog û dîplomasiyê çareser bike.
Em didin destnîşankirin ku îtirazkirina şerî û daxwazkirina aştiyê mafeke mirovan e û di her mercî de JI ŞERÎ RE NA! AŞTÎ HEMA NIHA!
Navenda Sepandin û Nûnerî ya Mafên Jinan a Amedê


