Me bang lı we; aştıya cıvakî çêbıkın!
Dinya tev bi pandemiyê ra têdikoşe, yasaya bi pêşbiniya guhertina qanûnê înfazê û çendên din bi hevdîtina li meclîsê tevî îtirazan bi meriyet bû. Tevî ku ji gel ra nehatiye gotin pêşbînî ew e ku nêzîkê ji sisêyan yekê…
Dinya tev bi pandemiyê ra têdikoşe, yasaya bi pêşbiniya guhertina qanûnê înfazê û çendên din bi hevdîtina li meclîsê tevî îtirazan bi meriyet bû. Tevî ku ji gel ra nehatiye gotin pêşbînî ew e ku nêzîkê ji sisêyan yekê sê sed hezar girtiyî bi sererast kirina yasayî hatiye berdan.
Ji gava pêşnûma bûnê, ta dest bi guftûgo kirinê bû di Komîsyona Dadî ya MGMT’ê û desteya bi giştî da û bi meriyet bû pêşî baro, rêxistinên huqûqî, akademîsyen, rêxistinên mafê mirovan û gelek birên civakê got na divê ne wiha be. Tişta asas a jê ra hatiye gotin na ew e ku ji xeynî bi der kirina ji sererast kirinê ya sûcên li hember dewletê, mîna efûyeka taybet hatiye derxistin ji bo beşên sûcî yên cur bi cur ên takekesî.
Wekî din bêpar hiştina ji sererast kirinê ya ‘’sûcdarên fikrî’’ yên wek rojnamevan, siyasetvan, akademisyen, xwendkar, cîgirên saziyên sivîl ên civakê, parêzer û qatên civakê yên cihê bi cihê ku çalakiyeka xwe ya tundûtujiyê nîn in lê ji ber penaseya xumam û berfireh a Yasayê Têkoşîna Bi Terorê ra ji lewma bûne qurbanên kirinên xerab ên dadgehan bûye babeteka din a îtirazê.
Derxistina ji nav û di mijara emir, rewşa başiyê, nexweşiyên kronîkî yên girtiyan da nebûna sererast kirinekê di nav vê yasaya wek perçeyekî tekoşîna bi pandemiyê ra hat derxistin; ev feraseta cihêkir û ne bi wekhevî yekcar perçin kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje; gava mirov li lefz û rûhê yasayê, girseya pê ji hepse hatiye berdan, dinihêre dibîne ku efûyeka taybet e. Bêyî ku li piraniyê bê nihêrtin di Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê da hatiye qebûl kirin.
Şîrikên pirê meclîsê ew in; guh nedan van rexneyan û israr kir di cihêkariyê da û bi israr ev sererast kirin bi meriyet kir. Bi kêmar bûna xwe parastina maf û huqûqa kêmaran prensîpa asas a dewletên huqûqê ye. Heke dewlet ji vê prensîbê bi dûr bibe tê wê wateyê ku ji her kirin û prensîbên dewleta huqûqê bi dûr dibe.
Ev sererast kirin em û dewleta huqûqê bêhtir ji hev û din bi dûr xistiye, bi kirineka wiha ya cihêkar tiştê hebû jî çû.
Em baroyên îmzeya wan heye li jêr ji Dadgeha Destûra Binyadî; ra dibêjin ku bila li gor xala 10emîn a Destûra Bingehîn ku pê prensîba wekheviyê çêbûye, û li gor xala 2yemîn a prensîba dewleta huqûqê û krîterê qedexeya cihêkariyê yê xala 14emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê bide ber çavan û sererast kirinê betal bike, ji hev bûna civakê ji navê rake û ji nû va civakê li hev bîne.
- Baroya Semsûrê
- Baroya Agiriyê
- Baroya Batmanê
- Baroya Çewlikê
- Baroya Dêrsimê
- Baroya Diyarbekirê
- Baroya Colemêrgê
- Baroya Mêrdînê
- Baroya Mûşê
- Baroya Sêrtê
- Baroya Şirnexê
- Baroya Rihayê
- Baroya Wanê


