Mudaxilekirina Pergala Hilbijartinê Bi Demokrasiyê Re Li Hev Nayê!
JI ÇAPEMENÎ û RAYA GIŞTÎ RE Mudaxilekirina Pergala Hilbijartinê Bi Demokrasiyê Re Li Hev Nayê! Di dema ku cîhan û Tirkiye bi Pandemiyê re têdikoşin de, bêkarî, xizanî û bêedaletî welêt di ser hev re derbas dike de; em…
JI ÇAPEMENÎ û RAYA GIŞTÎ RE
Mudaxilekirina Pergala Hilbijartinê Bi Demokrasiyê Re Li Hev Nayê!
Di dema ku cîhan û Tirkiye bi Pandemiyê re têdikoşin de, bêkarî, xizanî û bêedaletî welêt di ser hev re derbas dike de; em bi matmayî hewldana hikûmetê ya ji bo guherandina zagonên bingehîn ên odeyên me yên pîşeyî hîn dibin.
Em wek rêxistinên pîşeyî ji bo hemû hemwelatiyên ku li Tirkiyeyê dijîn bê ku dûçarê cihêkariyekî bibin;
Dabînkirina demokrasî, wekhevî, azadî û serdestiya hiqûqê,
Avakirina bajarên bi derdorek jiyandar û dostê xwezayê,
Rêveberiya aboriyeke ku li ser venêrînî û hesabdahinî hatiye avakirin,
Ji bo her kes bibe xwediyê ewlehiya tenduristî û di mijara gihîştina tenduristiyê de dabîbkirina edaletê di nav hewldanê de ne. Armanca me, tevî parastina mafên pîşeya xwe û hempîşeyên xwe, ji bo hemwelatî jî bê cihêkarî bi awayek wekhev ji van mafan sûdê werbigrin hewldanek e. Ango tevî ku em rêxistinek pîşeyî ne, di heman demê de em rêxistinên civaka sivîl in ku mafê hemwelatiyên xwe diparêzin.
Di demokrasiyên pêşketî de saziyên civaka sivîl; wek yek ji hêmanên herî pêwîst ên azadî û hemdemiyê tên qebûlkirin û ev sazî di geşedana aborî û civakî yên welatên ku tê de dijîn de rasterast têkariyê dikin, di hêla pêkanîna demokrasiya beşdar û berdewamiya wê de hinek deman ji dewlet û hükûmetê jî zêdetir roleke digrin ser xwe û di siyaseta wan welatan de roleke aktîf û diyarker dilîzin. Ango li ser siyasetê amûreke pêwîst a çewsîner û demokratîk in.
Ji bo ev mekanîzma rast bixebitin jî; pêdivî bi hawirdorek bi hizûr, azad û bi gelemperiyê re lihevkirî heye. Dîrok di erdnîgariyek ku aştî û hizûr tê de nînin de; ne ji xebatek avahîsazî, ne ya aborî, ne sosyal û siyasî ne jî ji ya çandî û zanistî re bûye şahid.
Bi vê guhêraniya ku di rojevê de ye tê xwestin di nav me û civakê de dîwarek were honandin. Tê xwestin ku hemwelatî ji mafê tenduristî û edaletê û ji hawirdorek jiyandar bêpar were hiştin.
Di vê rewşa ku Parêzer, Bijîşk, Şêwirmendên Darayî, Dermansaz, Avahîsaz û Endezyar bi bêkarî û Xizanî re rû bi rû mahine de; di hebûna dehan pirsgirêkên pîşeya me de, bi piştguhkirina van pirsgirêkan û bi rojeveke çêkirî (sûnî) hewldana guhêrîniya di zagona rêxistinên me de, versiyonek din a jêqetîna ji rastî û heqiyê ye ku em di polîtîkayên hikûmetê de raçav dikin.
Em bang li hemû hempîşeyên xwe û hemwelatiyên xwe dikin; ya ku tê armanckirin bi bêbandorhiştina rêxistinên me yên pîşeyî tevî hempîşeyên me bêxwedîhiştina hemû hemwelatiyan jî ye. Pirsgirêk kolektîf e, divê têkoşîn jî kolektîf be.
Ji be vê yekê em hemû hempîşeyên xwe, dostên xwe û helbet hemwelatiyên xwe ji bo têkoşîna hevpar a hember vê pêvajoya antîdemokratîk û piştgirîdahina me vedixwînin.
Bi rêzdariya me
- Baroya Amedê
- Odeya Tebîban a Amedê
- Odeya Dermansazan a Amedê
- Odeya Hekîmên Diranan a Amedê
- Odeya Şêwirdarên Darayî yên Hesabdarên Serbest a Amedê
- Lijneya Koordînasyona Amed a YOAET(TMMOB)'ê
- Odeya Hekîmên Veterîner a Amedê


