Nameya Spasiyê Ji Baroya Antalyayê re…
Endama Baroya me Müzeyyen BOYLU roja 19ê Gulana 2019’an di demajoya berdana hev û din de ji aliyê hevserê xwe Mesut ISSI ve nava rojê li orteya zikakê hat kuştin. A rast tu ferqiya vê bûyerê ji bûyerên kuştina jinan ên…
Endama Baroya me Müzeyyen BOYLU roja 19ê Gulana 2019’an di demajoya berdana hev û din de ji aliyê hevserê xwe Mesut ISSI ve nava rojê li orteya zikakê hat kuştin. A rast tu ferqiya vê bûyerê ji bûyerên kuştina jinan ên din nîn e. Me dît ku statuya çînî, emr û halê medenî ne zirxekî astengker e li ber kuştina jinan. Divê meriv bizane ku hîle ji newekheviya jin û mêran e.
Serokê Baroya Antalyayê rêzdar Polat BALKAN, endamên hêja yên Baroya Antalyayê û Lijnêya Birêvebir a Baroyê; em spasiya we dikin ku we Pêşbirka Furtbolê Barolig a ku her sal tê çêkirin ji ber sezona îsalî bexşî Prz. Müzeyyen BOYLU’yê kir û we kir ku ew bibe nemir û we bal da ser kuştina jinan spasiya we dikin.
Spas ji bo hestewariya we ya giranbuha. Bi şexsê we, li ser navê Baroya Amedê em silav û hurmet dikin.
Cihan AYDIN
SEROKÊ BAROYA AMEDÊ


