Pêşbirka Danişîna Honandî ya Baroya Amedê ya 2022’yan Hat Lidarxistin
'Pêşbirka Danişîna Honandî ya Baroya Amedê ya 2022'yan' ku ji hêla baroya me ve hat organîzekirin, di dîroka 19-20.03.2022'yan de li salona danişînê ya Dadgeha Cezayên Giran a 6'emîn hat lidarxistin. Di musabaqayên ku…
'Pêşbirka Danişîna Honandî ya Baroya Amedê ya 2022'yan' ku ji hêla baroya me ve hat organîzekirin, di dîroka 19-20.03.2022'yan de li salona danişînê ya Dadgeha Cezayên Giran a 6'emîn hat lidarxistin. Di musabaqayên ku di warê Hiqûqa Cezayê de hatin lidarxistin û 8 tîm beşdar bûn de em ji Prof. Dr. Handan YOKÛŞ SEVUKê re ku wek Endama Juriyê beşdar bû, ji Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Amedê Yasîn TEMEL û Prz. Mahsûnî KARAMAN û ji hemû parêzerên xwe yên stajyer ku beşdar bûne re spasiyên xwe dikin û parêzerên xwe Merve GULER, Rojbîn ÇELEBÎ û Fırat BASMACI ku di pêşbirkê de bi ser ketine pîroz dikin.


