Sersaxî û Şermezarî
Em jî nûçeyên ku ketine raya giştî hîn bûne ku di dîroka 08.04.2020'an de li bejahiya Taxa Şawişa ya navçeya Pasûr a Amedê di dema derbasbûna wesayîtek de teqînek pêk hatiye, di encama teqînê de 5 hemwelatiyên me jiyana…
Em jî nûçeyên ku ketine raya giştî hîn bûne ku di dîroka 08.04.2020'an de li bejahiya Taxa Şawişa ya navçeya Pasûr a Amedê di dema derbasbûna wesayîtek de teqînek pêk hatiye, di encama teqînê de 5 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dahine. Em vê bûyera kerixî bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên xemgîn ên kesên ku jiyana xwe ji dest dahine re sersaxî dixwazin. Divê bûyera ku hatiye holê bi hemû hêlên xwe ve were lêkolînkirin û kiryar werin derxistin.
Em wek Baroya Amedê bi rêzdarî ji raya giştî re destnîşan dikin ku ev bûyer û bûyerên bi vê awayê ku li mafê jiyanê tên kirin nayên qebûlkirin.


