Tevî Liberrabûna 80 Baroyan Guherîna Di Yasayê Parêzerîyê da ya Hatiye Plankirin ku dê Bibe Bi lez û bez berdewam e.
Mixabin tevî liberrabûna 80 baroyan bi lez û planê guherînê di yasayê parêzerîyê da berdewam e. Li dijî vê hewl dana meha adarê dest pê bû 80 baroyan roja 19ê û 1ê Xezîranê 80 baro li hev civiyan, nerazîbûna xwe…
Mixabin tevî liberrabûna 80 baroyan bi lez û planê guherînê di yasayê parêzerîyê da berdewam e.
Li dijî vê hewl dana meha adarê dest pê bû 80 baroyan roja 19ê û 1ê Xezîranê 80 baro li hev civiyan, nerazîbûna xwe derbirîn. Me got ku bi guherîna yasayê parêzerîyê plan dikin ku baroyan betesîr bikin, asteng bikin berpirsiyarîya bi yasayan dane wan.
Me baroyan îtîraz kir ku çima fikra baroyan a di der heqê vê guherînê da napirsin ji wan. Lê tevî nerazîbûna baroyan pêşnûmaya bi veşarî zûzûka hat nivîsîn di komîsyona edaletê ya meclîsê da hat guftûgo kirin û bû yasa.
Di der heqê vê demajoyê da rayedarên hikûmetê hin xeberên ne rast servîsê medyayê kir. Di der heqê van da em dixwazin we agahdar bikin.
Em serokên baroyan di der heqê vê xebatê da çûn serdana Wezîrê Edaletê, Serokê Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê, Serpereştiya Gelî, û partiyên siyasî tev ên koma wan heye di meclîsê da û me nerazîbûna xwe got ji wan ra.
Em serokên baroyan 19ê Xezîranê meşiyan Enqereyê, em serokên baroyan ên gihîştin Enqereyê roja 22yê Xezîranê me xwest em bi sembolî bimeşin Enqereyê. Rêya me dixwest em pê da diçin 300 gav bû. Lê polîsan dor girt li me û 27 seet em man di bin dorpêça polîsan da.
Me xwest em serokkomarî bibînin. Lê daxwaza me qebûl nebû.
Me xwest em bi hevpîşeyên xwe tevan ra mîtîngekê çêbikin, lê bi hinceta pandemîyê hat qedexe kirin.
Guftûgoya pêşnûmaya yasayî dihat kirin di komîsyona edaletê da; em 60 serokên baroyan çûn ber derîyê meclîsê û me xwest em beşdarê hevdîtinan bibin ku bibêjin em çima li dijê vî yasayî ne. Hevdîtinan çar rojan dewam kir lê derîyên meclîsê li me venebûn. Inyad û ısrar mixabin berdewam in.
Niha rêya me li ber veqetînê ye.
Ya dê ev yasayê dê karîgeriya baroyan ji navê rake were derxistin, parêzer bê rêxistin, welatî jî bêyî parastina heqê bingehîn û azadîya xwe bimînin,
Ya jî dê dev ji vê rikeberiya xwe berdin, werin ser dewleta huqûqê, raseriya huqûqê û daraza bi serê xwe.
Heger em têk biçin dê civak tev têk biçe.
Em bi bin bikevin dê parêzer û gelên me tev bê parastin bimînin.
Em bi bin bikevin dê Tirkiye tev bi bin bikeve.
Ji ber van egeran em cardin bangî parlamentoyê dikin. Dev ji vê guherîna hê yekcar dê civak û kar û pîşeyan ji hev bike berdin.
Eger hûn dev jê bernedin jî, em ê li têkoşîn û liberxwedana xwe dewam bikin.
Parêzer azad in û dê her azad bin.
Parastinê xwe ker nekiriye û dê neke.


