Bi Demokrasî, Azadî û Hevrûbûnek Zêdetir Pêşî Li Derbeyan Tê Girtin
Îro salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'yê Îlona 1980ê ye… Bi darbeya leşkerî desthilatdariya sivîl a ku ji hêla gel ve hatibû hilbijartin hate hilweşandin û yek ji sûcên herî giran ên li dijî civak û demokrasiyê hatiye…
Îro salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'yê Îlona 1980ê ye…
Bi darbeya leşkerî desthilatdariya sivîl a ku ji hêla gel ve hatibû hilbijartin hate hilweşandin û yek ji sûcên herî giran ên li dijî civak û demokrasiyê hatiye kirin.
Tevî ku ji ser wê 42 sal derbas bûne hê jî bi vê mîrateya şermdêr weke Dewletê bi wateya xwe hevrûbûn pêk nehatiye û hesab nehatiye dîtin.
Weke Baroya Amedê, em bi bîr tînin ku israra di neçareserkirina pirsgirêkên civakî de û dûrketina ji destkeftiyên demokratîk rê li ber zîhniyeta darbeyê ve dike, li Tirkiyeyê hevrûbûna bi raboriyê re, di warê edaleta ceza û edaleta selihandinê de pêwîst dibîni, careke din ji rayedaran dabînkirina mexdûriyên ku ji ber derbeya 12'yê îlonê der ketine holê û tesfiyekirina avaniyên saziyî yên antîdemokratîk ku bi darbeyê teşeyê girtine dixwazin.


