Çalakiya Bibîranînê ya Hefteya 183emîn a Kuştina Serokê Baroya Me Tahir ELÇİ bi Beşdar Bûna Endamên Me Hat Pêkanîn…
Çalakiya Bibîranînê ya Hefteya 183emîn a Kuştina Serokê Baroya Me bi beşdarbûna hevpîşeyên me hat pêkanîn. Serokê Baroya me Prz. Cihan AYDIN di çalakiyê de ev gotin kirin: ‘’Endamên hêja yên çapemeniyê, hevpîşeyên ezîz;…
Çalakiya Bibîranînê ya Hefteya 183emîn a Kuştina Serokê Baroya Me bi beşdarbûna hevpîşeyên me hat pêkanîn. Serokê Baroya me Prz. Cihan AYDIN di çalakiyê de ev gotin kirin:
‘’Endamên hêja yên çapemeniyê, hevpîşeyên ezîz;
Di hefteya 183emîn a çalakiya ‘’Kursiyê Mafê Mirovan e Tahir ELÇİ’’ de bi hev re ne. Ev doz heta bi heqî bi encam bibe em Baroya Amedê em ê ji bo Tahir ELÇİ li çalakiya xwe dewam bikin. Dosye ji Tiba Edlî vegeriya. Lê belê em ê helsengandina xwe ya di der heqê vê de di demeke nêzîk de bikin.
Ez wiha bibêjim; Saziya Tiba Edlî got ku ji xeynî rapora pêşî tiştekî ku bibêjin nîn e. Ji lewma ji niha ve tiştê ku ji niha û pê de bê kirin ew e ku rapora me ya ku ji aliye Zanîngeha Londonê ve hatiye amade kirin jî li ber çavan bê girtin û demildest derbasî qonaxa lêpirsînê bê bûyîn.
Bi ya min heta niha tu lêpirsînek nehatiye meşandin. Daxwaza me ew e ku kesên dibe ku kiryar bin bi sifatê kesê bi şewbê îfadeyê wan bê girtin û kirinên ku divên car din bê kirin. Daxuyaniya di der heqê vê yeke de jî em ê di rojên ji pêj ra bikin.
Îro em dixwazin li ser ‘’Kursiyê Mafê Mirovan ê Tahir ELÇİ’’ ’yî dixwazin behsa girtîgehan bikin. Mehrûmiyeta ji heqê xwe ya li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Meha gulanê di der heqê nedayîna weşanên demkî ji bo girtiyan Dadgeha Bingehîn biryarek sosret da. Dadgeha Bingehîn biryareke wiha da: ‘’ Ez êdî aciz im ku di der heqê vê mijarê de biryaran bidim. Ji çespandina îhlal kirinê, divê vî karî rêveberiyên girtîgehan sererast bikin. Ger ku nikarin rast bikin di vê mijarê de sererastkirinek yasayî divê.’’ Lê tevi vê biryarê hê jî bisînorkirina mafê mirovan berdewam e. Roja çarşemê me bi serokê HDP’ê yê giştî ê berê bi Selahedîn DEMİRTAŞ re hevdîtinek çêkir wek Baroya Amedê û Dîwanê. Birêz Demirtaş bixwe jî got ku hêj rojnameya Yeni Yaşam û hin weşanên din nedane wî. Tevî demajoya huqûqî ya hatî mezaxtin, anku îtirazên li Dadgeriya Înfazê û li Dadgeha Cezayên Giran bi neyînî bi encam bûne. Anku digel Dadgeha Bingehîn rêveberiyên girtîgehan kêfî tevdigerin. Divê mirov vê yeke bi zelalî bibêje ku Dadgeha Bingehîn di vê mijarê de wiha dibêje; ‘’Divê ev kêfiyet bi dawi bibe.’’ A rast rêveberiyên girtîgehan kî pêşkêşiya vî karî dike, sedema vê bêhiqûqiyê kî ye bi aşkerahî tiştê ku dikin sûc e. Dadgeha Bingehîn bi bicineanîna biryara xwe tiştê ku dike sûc e. Em Baroya Amedê ji bo bidawî bûna vê demajoya nehûqî em ê bi Komîsyona xwe ya Girtîgehan re serî li tiştên ku divên bidin.


