Çalakiya Bîranînê Ya Hefteya 205. A Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎ Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat...
Çalakiya bîranînê ya hefteya 205. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya me Prz. Mûhammed Emîn ÇOBAN wiha axivî; Kedkarên Çapemenî…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 205. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya me Prz. Mûhammed Emîn ÇOBAN wiha axivî;
Kedkarên Çapemenî yên Hêja û Endamên Nirxdar ên Baroya me;
Digel ku ji ser qetilkirina Serokê Baroya Tahîr ELÇÎyî tam 205 hefte derbas bûne jî di wergiriya lêpirsîna ku ji bo tespîtkirin û cezakirina kiryaran tê meşandin de pêşketinek tune ye; tu hewldanek dozgeriya lêpirsînê jî nayê dîtin, em dixwazin ji vê derê careke din bidin ragihandin ku digel ku navên gumanbarên pir mimkin di dosyeya rapora pispiror ku bi hewldanên baroya me hatiye amadekirin de derbas dibe jî bi navê gumanbar heta niha îfadeya tu kesî nehatiye girtin. Em ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaz dikin ku ji bo kiryar li pêş darazê hesabê bidin bi lezgînî kirariyê bide sazkirin. Di vê hefteya 205. de ku em ji bo bibîranîna Tahîr ELÇÎyî civiyane em careke din vê destnîşan dikin: wek hempîşe û hevalên Tahîr ELÇÎyî daxwaza me ji we; kiryarên Tahîr ELÇÎyî bibînin û tiştê pêwîst bikin! Bê ku demê wenda bikin dawî li vê şermê bînin...!
Wekî hûn dizanin em her hefte li vê derê ji Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr ELÇÎyî di derbarê binpêkirinên mafên mirovan de ji bo agahdarkirina raya giştî daxuyaniya çapemeniyê didin.
Di rojên borî de, endamê baroya me û Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demîrtaşê ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye ji ber bêhntengbûn û negirtina nefesê hişê wî hatiye girtin, piştî ku mudaxileya pêşîn a li Birêz Selaheddîn Demîrtaşê ku demek dirêj bi awayekî hişgirtî mahiye ku ji hêla hevalê wî yê qawîşê Abdûllah Zeydanî ve hatiye kirin gazî ambûlansê hatiye kirin û mudaxile lê hatiye kirin. Piştî vê mudaxileyê sewqa beşên wek kardiyolojî, norolojî û gastroenterolojiyê ya Birêz Demîrtaş hatiye xwestin lê digel ku ji ser heft roj derbas bûye jî kirariya sewqê nehatiye pêkanîn. Di encama teşebus û berteka raya giştî de ku pişt re pêk hat sewqa Birêz Demîrtaşî ya ji bo nexweşxaneyê hatiye kirin û tedawiya wî hatiye kirin. Em tevgerên bi vê awayê polîtîk û kêfî yên arasteyî mafê tenduristî û jiyanê ku ji mafên mirovan êm bingehîn in bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin destnîşan bikin ku mafên wek, “Her kes xwediyê mafê tenduristiyê ye, tu kes ji mafên xwe yên tenduristiyê yên bingehîn nayê bêparhiştin û dewlet lixwegirtiye kuji bo pêkanîna mafê tenduristiyê her cure tedbîran bigre” ku bi peymanên Navneteweyî û Makezagonê di bin ewlehiyê de hatiye girtin.
Yek ji binpêkirina herî pêwîst a li girtîgehan ku herî zêde binpêkirinên mafên jiyanê tên jiyandin jî ya mafê tenduristiyê ye. Mixabin ku hejmara kesên ku li girtîgehan ji ber binpêkirinên mafê tenduristiyê jiyana xwe ji dest didin her ku diçe zêde dibe. 2 roj beriya niha Emîne Aslan Aydogana ku li Girtîgeha Tîpa T ya 2 No yî ya Rihayê wek cezaxwarî diman jiyana xwe ji dest dahiye. Li gor daneya ku Komeleya Mafên Mirovan di Nîsana 2019’yan de rojane kiriye li Tirkiyeyê 458 ji wan giran 1334 nexweşên girtî hene.
Mewzûata Navneteweyî di mijara mafê jiyanê ya kesên ku ji hêla dewletan ve ji azadiya xwe hatine bêparhiştin li dewletan mukelefiyên pozîtîf bar kirine. Dewlet, di mijara mafê gihiştina tendurisitiyê ya kesên ku ji azadiya xwe hatine bêparhiştin de mukelefê dabînkirina bûyîna wan a bi şertên wekhev ya bi ferdên azad re ne. Li gor Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê dibêje; “Di domahiya maweya ku girtî di bin çavdêriyê de ne, ji maweyên girtîbûna xwe xweser lazim e her dem mafên wan ên gihîştina bijîşkek hebe. Xizmetên wan ên tenduristiyê, divê bi awayê ku daxwaza wan a şêwirîna bi bijîşk re bê ku derengmahina nehewce çê bibe were dabînkirin sererast bibe.”
- Ji bo mafên tenduristî û jiyanê ya girtî û hikumxwariyên nexweş ên li girtîgehan neyê binpêkirin; em di çarçoveya mafên wan ên ku di peymanên navneteweyî û makezagonê de di bin ewlehiyê de hatine girtin de careke din mukelefiyên pozîtîf ên dewletê bi bîr tînin û di mijara girtina tedbîrên pêwist de bang dikin.
Em ji bo beşdariya we spas dikin.
BAROYA AMEDÊ


