Daxuyaniya Hevpar a Çapemeniyê ya Saziyên Sivîl ên Têkildarî Îdiayên Îşkence û Muameleya Xerab a Li Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 ya Amedê...
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Bi pênasekirina îşkenceyê ya di mewzûata me ya navxweyî de û peyman û belgeyên navneteweyî yên ku Tirkiye jî alîgir e îşkence teqez qedexe ye. Çi di hiqûqa serneteweyî de dibe çi jî di hiqûqa…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Bi pênasekirina îşkenceyê ya di mewzûata me ya navxweyî de û peyman û belgeyên navneteweyî yên ku Tirkiye jî alîgir e îşkence teqez qedexe ye.
Çi di hiqûqa serneteweyî de dibe çi jî di hiqûqa neteweyî de dibe tu rewşek awarte, şer, bêhêziya siyasî, rewşa awarte û hwd. tu mercek an jî rewşek îstisnayî ji bo sepandina îşkenceyê hincet nayê nîşandan. Bi gotineke din, bi çi were sûcdarkirin bila were sûcdarkirin tu kes dûçarê sepanên îşkence û muameleyeke din a xerab nayê hiştin.
Di vê serdemê de ku şewba Covid-19 hê jî berdewam dike di warê mafên mirovan de yek ji komên xeternak ên cidî jî girtiyên li girtîgehan in. Girtîgehên ku ji bilî baro û parêzeran derfeta şopandina pêvajoyan a civaka sivîl û destwerdana pêvajoyan tune ye, di nav cihên ku binpêkirina mafên mirovan lê tê kirin de ne. Li Tirkiyeyê girtîgeh, di serî de binpêkirina mafê jiyanê bûne cihên îşkenceyê ku her cure pêkanînên dijmirovî û biçûkxistinê lê tê jiyîn. Tevî xebatên saziyên sivîl ên di derbarê tespîtkirina binpêkirinan de û bi raya giştî re parvekirina van binpêkirinan jî ev rastiya girtîgehan neguheriye. Li girtîgehên Tirkiyeyê hê jî gelek zêde binpêkirinên mafan ên wek mirin, sewq û sirgûn, îşkence û muameleya xerab, tecrîd û îzolekirin, astengiyên hevdîtinê yên bi malbatan re, astengkirina mafên ragihandinê, lêpirsînên dîsiplînê tên jiyandin.
Ji ber van binpêkirinên mafan ku me destnîşan kirin li girtîgehan gelek serlêdan li Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Nûnertiya Amedê tên kirin. Herî dawî wasiya (dayika) Mehmet Kayayê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Islahiye ya Dîlokê girtî ye Zemzema Kaya û xwişka wî ya mezin Ceylan Kaya; xwestin ku lêpirsîn û tespîtkirina îşkence û muameleya xerab, heqaret û gefên ku di vê saleke de hikumxwarî Mehmet Kaya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T Hejmar 2 ya Amedê dûçar mahiye were kirin, di çarçoveya lêkolînkirin û tespîtkirinan de lêpirsînên edlî û îdarî werin destpêkirin û raya giştî were agahdarkirin.
Di lêkolîn û lêpirsîna ku ji hêla heyeta me ve hat kirin de fêm bû ku girtiyê bi navê Mehmet Kaya di sala dawî de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T Hejmar 2 ya Amedê rastî gef, heqaret, îşkence û muameleya xerab hatiye. Di hevdîtina ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Îslahiyeyê bi îşkencedîtî re hat kirin de; Hat dîtin ku Mehmet Kaya yê ku rastî îşkenceyê hatiye, hîna jî di bin bandora psîkolojîk a îşkenceya li wî hatiye kirin de ye, digel ku malbat û xizmên wî li Amedê dijîn jî ji ber îhtîmala ku wî bişînin girtîgehên Amedê dilnerihet e û ji ewlekariya jiyana xwe bi fikar e.
Mehmet Kayayê ku îşkenceyê dîtiye dahiye diyarkirin ku herî dawî di cotmeha 2021'an de li odeya îfadeyê ya saziya înfazê, li korîdora navber ku wekî "Malta" tê wesfandin û li salona bendemanê ya ku wekî "odeya bisungêr" tê binavkirin, nêzî 10 gardiyanên girtîgehê bi hev re tevgeriyane û çêran lê kirine, ew li erdê dirêj kirine, dema ku li erdê bûye bi kabokên xwe stûyê wî dewisandine, dîsa bi destên xwe çongên wî jî dewisandine, milên wî şidandî berepaş hatine kelepçekirin, dev û poz lê hatine girtin û bê nefes hatiye hiştin, di vê navberê de dûçarê çêr û heqaretan hatiye hiştin, ji hêla hemû gardiyanên girtîgehan ên li cihê bûyerê ve di heman demê de hatiye derbkirin, ji ber vê yekê dema hatiye derbkirin fikiriye ku dê bê kuştin, ji ber bêhêzmahinê ji hiş ve çûye, li odeya ku wek odeya bisungêr tê binavkirin bi saetan bi kelepçeya berepaş hatiye hiştin û li ser erdê perpitî ye. Mehmet KAYAyê ku îşkence lê hatiye kirin, anî ziman ku gardiyanên girtîgehê bi awayeke neheq bi cezayên dîsîplînê, sirgûn û jidestgirtina mafê çûna 'girtîgeheke vekirî' gef li wî xwarine û îfadeya ku amade kirine bi wî dahine îmzekirin, dîsa muayeneya bijîşk bi awayeke nêkerê, li ber gardiyanê girtîgehê yê ku lê xistibû hatiye kirin, giliyên wî di raporê de nehatine nivisîn, bi awayekî neheq cezaya dîsiplînê hatiye dahin û sirgûnê Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Islahiyeya Dîlokê hatiye kirin.
Digel ku di daxwaznameyên ku ji hêla wasî Zemzema Kaya ve bi armanca lêkolînkirina îşkence û muameleyên xerab ên ku li girtiyê bi navê Mehmet Kaya hatine kirin û cezayên dîsiplînê bên rakirin pêşkêkşî Hakimiya Înfazê ya Amedê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê kiribûn de ji îşkence û muameleya xerab bi awayekî vekirî hatibû behskirin jî ji hêla meqamên edlî ve destnepêkirina lêpirsînê û tevgerîna bi pasîfî întibayek wiha dide çêkirin ku karmendên parastina înfazê yên gumanbar tên parastin.
Di encama tespîtên ku komîteya me derxistine holê de gihîştine wê qinyatê ku hemû çalakî û kirariyên gardiyanan ên di bûyera mijara gotinê de kêfî, neheqî û dijberê hiqûqê ne. Li gor tespîtên di rapora me û sereratkirinên zagonî de, di derbarê sûcên îşkence, muameleya xerab, heqaret û gefên ku li hikumxwarî Mehmet Kaya hatine kirin divê li ser vê yekê jixweber lêpirsîn bê destpêkirin. Divê di hêla derxistina holê ya rasteqîniya madî û tespîtkirina kiryaran de lêpirsîneke edlî ya bi bandor bê meşandin. Di vê çarçoveyê de îfadeyên kesê ku îşkence dîtiye/şahidan bên girtin û were lêkolînkirin; divê delîl bên komkirin û pêşî li nepenîkirina delîlan bê girtin. Di vê çarçoveyê de;
1. Bi girtina ber çav a peyman û xalên zagonê arasteyî tespîtkirina îşkence û muameleya xerab ku li Mehmet Kayayî hatiye kirin divê li gorî Protokola Stenbolê rapora fizîkî û psîkolojîk bê girtin.
2. Divê qeydên navbera dîrokên 04.10.20221 û 11.11.2021'an ên hemû kamerayên Saziya Înfaza Ceza ya Girtî ya Tîpa T Hejmar 2 ya Amedê yên îfadegirtinê, yekîneya amade, odeyên bisungêr, korîdorên ku ev ode lê ne û qawîşên ku mehkûm lê dimîne bi lezgînî bê xwestin û divê bi hunerweriya pisporan çareserî were kirin.
3. Divê bi nihêrtina qeydên kamera, lîsteya peywirê, îfadeyên kesê ku îşkence dîtiye/şahidan kirariyên teşxîs û tespîta peywirdarên zebtî yên di derbarê bûyerê de werin kirin; divê heta lêpirsîn were temamkirin peywira gumanbarên ku hatine tespîtkirin bê sekinandin.
4. Di derbarê karmendên parastinê yên înfazê de ku di bûyerê de cih girtine divê demildest lêpirsîneke edlî û îdarî ya bi bandor û zelal bê kirin û encama lêpirsînê bi hemû hûrgiliyên xwe bi raya giştî re bê parvekirin.
5. Divê meqamên edlî û îdarî li hember çalakî û kirariyên neheq û dijhiqûqî yên karmendên parastinê yên înfazê ku hember girtiyan pêk anîne; polîtîkaya parastina kiryaran terk bikin û dev ji siyaseta bêcezakirinê berdin
6. Divê li girtîgehan bicihanîna kirariya înfazê li gor hiqûq û peymanên îmzekirî were dabînkirin û bi armanca rêzgirtina li mafên girtiyan karmendên parastinê yên înfazê bi perwerdehiya mafên mirovan werin perwerdekirin.
7. Divê mukelefiyên neteweyî û navneteweyî yên ku Tirkiye jî alî ye, bi temamî û bê kêmasî were riayetkirin, divê rayedarên darazî û îdarî ji mijarên diyarkirî rê riayet bikin.
Em dê di vê çarçoveyê şopdarê lêkolînên edlî û îdarî bin, dîsa em dê encamên lêkolînan bi hemû hûrgiliyên wan ve bi raya giştî re parve bikin. Em beriya her tiştî ji rayedaran dixwazin ku li hember çalakî û kirariyên neheq û dijhiqûqî yên karmendên parastinê yên înfazê yên arasteyî girtiyan berpirsiyar tev bigerin, raya giştî jî hestiyar be.
Ji bo hûn bighîjin raporê BITIKÎNIN.


