Di serî de ji bo hempişeyên xwe Ebrû û Aytaçî em ji bo hemû hemwelatiyan darizandina adil daxwaz dikin.
Parêzer, akademîsyen, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ango bi tevahî muxalif, kesên ku îtiraz dikin, ên ku hember der dikevin; bi rastî hemû hemwelatî di bin gefê de ne. Ev pergala ku navên hiqûq û edaletê…
Parêzer, akademîsyen, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ango bi tevahî muxalif, kesên ku îtiraz dikin, ên ku hember der dikevin; bi rastî hemû hemwelatî di bin gefê de ne. Ev pergala ku navên hiqûq û edaletê nayê ser zar û zimanan, yek bi yek mirovan dadiqurtîne, hepis dike. haya wan jê tune lê kesên ku hêzê di dest xwe de digrin bi xwe jî di bin gefê de ne. Lewre ger edalet wenda bibe xwê jî bêhn dahiye û êdî tepisandina vê bêhnê êdî ne pêkan e.
Parfêzerên ku qarantorên xebitîna bi tendurist a teraziya edaletê ne hemwelatiyan li hember hêzê diparêzin jî bûn qurbanên terziya xerabe. Hejdeh hempîşeyên me yên ku endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) in û di nav bi dehan dozên civakî yên wek dosyeya JÎTEM’ê ku berpirsiyarên înfazên derqanûnî tên darizandin, doza qirkirina madenê ya Somayê de li kêleka xizan û bindestan cih digrin di encama darizandinek nehiqûqî de bi dehan salan mehkûmê girtîgehê hatin kirin.
Me bi xwe tevî gelek hepîşeyên xwe yên ku serokên baroyê ne di vê pêvajoya ku wek darizandin tê binavkirin a hempîşeyên me yên ku endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) in di salona danişînê de jê re şahidiyê kir. Em ji cezaya girtinên bi dehan salan ku digel dadgehên ku hatine belakirin, biryarên dadgehan ku di nav çend saetan de paş ve hatine girtin, kûmpasên şahidên veşartî û delîlên ku nehatine berhevkirin re bûn şahid.
Mafê darizandina bi adilî di Makezagonê de dibe, di mewzûata netewî de dibe, an jî li gor xala 90. a Makezagonê bi Xala 6. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku normeke hiqûqa hundirî ye, heta li ser norma hiqûqa hundirî ye jî bê ku îstisnayek hebe ji bo hemû hemwelatiyan wek mafeke bingehîn tê parastin. Lê sepanên dadgehên cihkî ji standardên mewzûata netewî dibe an ji yên navnetewî dibe jê gelek dûr e. Çawan ku di daxuyaniya ku rojên berê ji hêla Dadgeha Makezagonê ve jî hat kirin de hatiye destnîşankirin di %52.1 ên biryarên dadgehê de mafê darizandina adil hatiye binpêkirin. Wekî serokê Dadgeha Makezagonê jî destnîşan kiriye mafê darizandina bi adilî di bin gefeke cidî de ye.
Ger di civakek de parêzer di bin gefê de bin, hemû hemwelatî di bin gefê de ne. Hedefa hewldana guherîna zagonî ya dawî ku tê xwestin arasteyî baroyan were pêkanîn jî her çiqas wek baro were dîtin jî hedefa esasî heq û hiqûqa hemû hemwelatiyan e. Ji ber vê yekê daxwaza hempîşeyên me Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku bi daxwaza darizandina adilî di rojiya mirinê de ne di esasê xwe de daxwaza hemû hemwelatiyan e. Bi îfadeyên şahidên veşartî ku hemû rêgezên bingehîn ên hiqûqê hilweşandine û rastiyê çemandine ji 12’yê Adarê vir ve hatine hepiskirin, tenê ne endama Baroya Rihayê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, hemû parêzer û hemwelatî ne.
Em ji vê derê bang dikin, dawî li vê bêhiqûqiyê bînin, hempîşeyên me serbest berdin.
Darizandina bi adilî heq e!
Parêzeran di cih de serbest berdin!
Bila Edalet were dabînkirin, Ebrû û Aytaç bijîn!


