Divê Mafê Girtiyan ê Gihîştina Tenduristiyê Bê Dabînkirin
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Li Tirkiyeyê hejmara hikumxwarî û girtiyên li Saziyên Înfaza Cezayê her roja ku diçe zêdebûneke cidî çê dibe. Digel ku kapasîteya saziyên înfaza cezayê yên li Tirkiyeyê 220 hezar e, li gorî…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Li Tirkiyeyê hejmara hikumxwarî û girtiyên li Saziyên Înfaza Cezayê her roja ku diçe zêdebûneke cidî çê dibe. Digel ku kapasîteya saziyên înfaza cezayê yên li Tirkiyeyê 220 hezar e, li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya di 31'ê Cotmeha 2021'an de hejmara girtiyan 294 hezar û 930 e. Ev zêdebûn, hem dibe sedem ku binpêkirin qat bi qat mezin bibin hem jî tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên heyî ferz dike. Saziyên Înfaza Cezayê ji vê pêvajoyê bandoreke neyînî girtine û li ser bikaranîna maf û azadiyên bingehîn sînorên cidî hatine danîn.
Cezaya girtîgehê tenê bêparhiştina ji azadiyê dihewîne, divê şert û mercên hepskirinê tu car weke cezakirineke zêde neyê bikaranîn. Li Tirkiyeyê, ku hepskirin weke rêbaza înfaza ceza ya sereke hebûna xwe diparêze û her sal hejmara girtiyan zêde dibe, divê Saziyên Înfaza Cezayê di warê mafên mirovan de bi standardên navneteweyî re li hev hatî be.
Saziyên Înfaza Cezayê ku yek ji qadên ku herî zêde binpêkirina mafên mirovan lê tê dîtin; hêleke din a mafên girtiyan ku çarçoveyek fireh a wek şert û mercên fizîkî yên girtiyan, ragihîna wan a bi cîhana derve re, azadiya derbirînê û dabînkirina mafê hevdîtina bi malbatê re vedihewîne pîkanîna mafê tenduristiyê ye. Pirsgirêka mafê girtiyan a tenduristiyê, bi zêdebûna mirinên li Saziyên Înfaza Cezayê û redkirina daxwazên berdana girtiyên nexweş ên giran kûrtir dibe. Di vê wergiriyê de, girtîgeh hawîrdorbûniya xwe ya ku binpêkirinên mafên mirovan zêde lê tên jiyîn didomînin.
Bi qanûna bi hejmara 7242 ku di 14.04.2020'an de hat qebûlkirin di zagona înfazê ya bi hejmara 5275'an de guhertin hatin kirin; Bi van sererastkirinan arasteyî nirxandinên rewşa baş a hikumxwariyan sererastkirinên nû ku rayeyên gelek berfireh dide îdareyên girtîgehê hatine çêkirin. Krîterên bi hûrgilî ên di derbarê şertê "rewşa baş" de ku li hemû damezranên sûdwergirtina ji setbestberdana bişert, serbestiya venihêrtî û veqetînê ji saziya înfaza ceza ya vekirî re hatine derpêşkirin. Têgîna "bi rewşa baş" ya ku rasterast bandorê li azadî û ewlehiya şexsî dike bi vê rewşa xwe ji biryarên kêfî yên rayedarên girtîgehê re hatiye hiştin. Girtiyên ku mafên wan ên serbestberdana bişert di encama bikaranîna bêsînor û keyfî ya rayeyê de tê astengkirin di wergiriya mafê hêviyê û mafê azadî û ewlehiyê de rê li ber berdana wan tê girtin.
Di encama raporên ku li ser şîroveya ku di çarçoveya Xala 6. a Qanûna Di Derbarê Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Ceza ya bi Hejmara 5275’an a Lijneya Pisporî ya Saziya Tiba Edlî de dahine gelek girtî yan li girtîgehê yan jî di encama biryara paşxistina înfazê di demeke kurt a piştî serbestberdanê jiyana xwe ji dest didin. Ev rewş di warê tibbî, hiqûqî û wijdanî de xwedî berpirsyariyeke giran e û bi nirxên tibbî yên gerdûnî re naçe ber hev.
Dema zagon were lêkolînkirin, di derbarê taloqkirina înfazê de berpirsyariya herî mezin ji Saziya Tiba Edlî re hatiye hiştin. Di encama rapora saziyê de, biryara taloqkirin an jî netaloqkirina înfaza hikumxwarî tê dayîn. Ji bo vê rapora ku ji hêla Saziya Tiba Edlî ve hatiye sererastkirin an jî nexweşxaneyeke tam bisazdar ku ji hêla Wezareta Edaletê ve hatiye diyarkirin û ji hêla Saziya Tipa Edlî ve hatiye erêkirin pêwîst e. Digel ku gelek girtî ji nexweşxaneyeke tam bisazdar rapora"nikare li girtîgehê jiyana xwe bidomîne" werdigirin jî ji ber ku ji hêla Saziya Tipa Edlî ve nayên pejirandin, nikarin bên berdan û di encamê de nikarin bên tedawîkirin. Her wiha di zagonê de tê gotin ku: “ger di nav girtî û hikumxwariyên di girtîgehê de kesên ku bi qasî ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîmin nexweş in di warê ewlehiya civakê de xetereyeke şênber pêk neynin înfaza cezaya wan tê bipaşxistin, ger girtî bin serbest tên berdan".
Li Saziyên Înfaza Cezayê yên Tirkiyeyê sepanên ku problemên wek qawîşên zêde qerebalix, astengkirina mafê gihîştina tenduristiyê, wesaîtên veguhestinê yên yek kesî, muayeneya kelepçekirî, bi derengî derxistina revîrê, bi derenegî sewqkirina nexweşxaneyê an jî qet sewqnekirin, îaşeya ne têr, qawîşên ku nayên germkirin û hewadarkirin, li girtîgehê kêmbûna bijîşk û personelên tenduristiyê, nedana xwarinên parêziyê, pirsgirêkên ku di gihîştina ava paqij de tên jiyandin, li cihên tek kesî pêgirtina girtiyên ku di bin xetereya derbaskirina nijdeyê de ne û nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û hwd. dihewînin di nav sepanên ku dikarin rê li ber binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyên nexweş ve bike de cih digrin. Her wiha ji ber van sepanan girtî bi nexweşiyên kronîk re rû bi rû dimînin û ger tedawiya wan bi rêkûpêk neyê kirin metirsiya girtina gelek nexweşiyan heye.
Ji bo rêzgirtina ji mafên bingehîn ên girtiyan re, divê xizmetên lênêrîna tibî û tedawiya bergir ku ji gelemperiya giştî re tê dayîn bi wekhevî were dabînkirin. Di van rojên ku şert û mercên girtîgehan girantir dibin de, divê polîtîkayên tenduristiyê ku li girtîgehan tên sepandin bi polîtîkayên tenduristiyê yên neteweyî re entegrekirî an jî bi wan re lihevhatî be.
Dema kesên ji azadiya xwe bêpar dibin mijara gotinê, dewlet mukelef e ku girtiyan di şert û mercên li gor rûmeta mirovî de pê bigre û nehêle ji ber sepanên di derbarê înfazê de ev kes ji asta tengasî û kerba ku ji ber mahina li girtîgehê der dikeve holê zêdetir dûçarê êşeke bimînin. Girtiyên ku nexweşiya wan a giran heye an jî rewşa wan a tenduristiyê her tim bi şert û mercên girtîgehê re li hev nayê divê li girtîgehê neyên hiştin, li gor rapora lijneya tenduristiyê ya tam sazdar tavilê serbest bên berdan û tedawiya wan li ber malbatên wan bê domandin.
Girtîgehên ku di dîroka xwe de serdema herî dijwar di warê hejmara girtiyan de dijîn, ji binpêkirina mafê jiyanê heta îşkenceyê, ji gihandina xizmetên tenduristiyê heta pêkanînên keyfî bi binpêkirinên giran û cidî re rû bi rû ye. Herî dawî Garîbe Gezer a ku hat ragihandin rastî îşkence û êrîşa zayendî hatiye, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê di hucreya yek kesî de ku tê de dihatin pêgirtin jiyana xwe ji dest da. Êrîşên ku Garîbe Gezer dûçarê wan ma û bûn sedema mirina wê û dîmenên dema merasîma cenazeyê ku di çapemeniyê de hatin weşandin, mînaka herî şênber e ku kesên ku desthilatdariya siyasî û hêza giştî di destê xwe de pê digrin bi nêzîkatiyeke dermirovî di ser girtî û xizmên wan de diçin. Bi heman awayî, girtiyên nexweş ên giran Abdulrezzak Sûyûr, Halîl Guneş, Îlyas Demîr û Bangîn Muhammed di meha dawî de li girtîgehê jiyana xwe ji dest dahine. Ji ber ku nexweşek giran di bin şert û mercên ne guncaw ên laşî û tenduristiyê de tê ragirtin û dibe sedem ku jiyana xwe ji dest bide divê ji hêla merciyên darazê ve di wergiriya mafê jiyanê û qedexeya îşkence, muameleya xerab û dermirovî de lêpirsîneke bi bandor a cezayê bê meşandin.
Li gorî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD'ê); li girtîgehan 604 ji wan giran 1605 girtiyên nexweş hene. Li gor daneyên KMM'ê(ÎHD) yên 14'yê Berfanbarê, ji serê sala 2020'an heta îro 7 ji wan piştî taloqkirina înfazê di demeke kurt de herî kêm 59 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Bi mirina 5 kesan a piştî eşkerebûna daneyan ev hejmar derket 64'an. Tevî hemû serlêdanan pêvajoya serlêdanên girtiyên nexweş ên giran bi derengî tê xistin û ji ber ku raporên saziya Tiba Edlî ku ne li gorî etîka tibî ye û ji pîvanên zanistî bêpar e sedem tê nîşandan nayên berdan û mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin. Bi taybetî em dixwazin balê bikşînin ku ji bo sepanên taloqkirina înfazên nexweşên ku nexweşiya wan hatiye asta dawî û nexweşên "heyama termînal" ku bivênevê encameke bi mirinê tê pêşbînîkirin divê li benda mirinan neyê sekinandin.
Wek rêxistinên girseyî yên demokratîk daxwazên me;
1. Divê mafê girtiyan ê gihandina tenduristiyê bê dabînkirin, xizmetên tenduristiyê yên hêvişkar bên sepandin, ji bo kesên ku nexweşiya wan heye ji derfetên tedawiyê sûd werbigirin tedbîrên pêwîst bên girtin û girtiyên bi nexweşiya giran ku nerihetiya wan a xedar an jî domdar heye demildest bên berdan.
2. Divê wek pisporekî fermî dawî li hebûna Saziya Tiba Edlî bê anîn û lijneyên tenduristiyê yên saziyên tenduristiyê ku tam bi teşekul in weke saziyên pisporî yên serbixwe bên qebûlkirin. Li gor Xalên 16/2-6. ên zagona bi hejmara 5275’an divê di daxwazên taloqkirina înfazê de wek pîvan bên girtin.
3. Ji hêla lijneyên çavdêriyê ve bi awayekî razber, ji palpişta hiqûqî bêpar bi mebesta ku rewşa başiyê nehatiye pêkanîn, di hêla girtiyên ku ji mafê serbestberdanê bêpar hatine hiştin de divê di wergiriya hiqûqa navxweyî de tedbîrên pêwîst bên girtin û derfetên serbestberdanê werin dabînkirin.
4. Divê tedawiya girtiyan bi rêkûpêk û di bin şert û mercên guncav de bên dabînkirin; ji bo girtiyên nexweş ku tedawiya wan nehatiye kirin bighîjin bijîşk û yekeyên tenduristiyê divê mekanîzmayên saziyî ku bi awayekî lez û çalak tev digerin werin pêkanîn.
5. Li şûna şert û mercên sepandina karantînaya 14 rojan ku li girtiyên nexweş di vegera nexweşxaneyê de tê bikaranîn divê sepana testa PCR û 2 rojan di odeyek yek kesî de pêgirtin were bikaranîn. Divê sepanên qedexekirina mafê hevdîtina vekirî, çalakiya civakî, werzîş û mafê hewadariyê ku di çarçoveya tedbîrên pandemiyê de li ser girtiyên nexweş tê bikaranîn bên terikandin.
6. Ji bo girtiyên xwedî pêdiviyên taybet ên wek jinên girtî, girtiyên LGBTI+, girtiyên astengdar, girtiyên extiyar divê li saziyên Înfazê şert û mercên guncav û ji bo lênêrîna taybet şert û mercên li gor standardan bên dabînkirin.
7. Divê li hember îdiayên arasteyî binpêkirinên mafê jiyanê, muameleya dermirovî û xerab û îşkenceya li girtîgehan dev ji pasîfiya edlî û îdarî were berdan, lêpirsînên serbixwe, bêalî û bi bandor bên meşandin.
ODEYA TABÎBAN A AMEDÊ
BAROYA AMEDÊ
KOMELEYA MAFÊ MIROVAN ŞAXA AMEDÊ
WEQFA MAFÊN MIROVAN A TIRKIYE YA NÛNERTIYA AMEDÊ
ODEYA BIJÎŞKÊN DIRANAN A AMEDÊ
KOMELEYA PISPORÊN XEBATA CIVAKÎ ŞAXA AMEDÊ
ODEYA BIJÎŞKÊN VETERÎNER YA HERÊMA AMEDÊ
ÎNÎSIYATÎFA DERÛNÎNASÊN MEZOPOTAMYA
MED-FEDERASYONA KOMELEYÊN HEVKARIYA BI MALBATÊN GIRTÎ Û HIKUMXWARIYAN RE
KOMELEYA HIQÛQNASAN A JI BO AZADÎ YA ŞAXA AMEDÊ
KOMELEYA JINAN A ROSA
LIJNEYA KOORDÎNASYONA BAJARÊ AMEDÊ YA TMMOB'Ê
PLATFORMA ŞAXAN A AMEDÊ YA KESK'Ê


