Giştî· 1 xulek xwendin
Em Gefa Darazê ya Arasteyî Hempîşeyên Xwe Qebûl Nakin
Baroya Amedê
JI ÇAPEMENÎ Û RAYAGIŞTÎ RE Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve di 25.04.2023’yan de heman rojê ji ber daxuyaniya çapemeniyê ku li hember biryara binçavkirina 25 parêzerên endamên Baroya Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih û…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYAGIŞTÎ RE
Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve di 25.04.2023’yan de heman rojê ji ber daxuyaniya çapemeniyê ku li hember biryara binçavkirina 25 parêzerên endamên Baroya Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih û Meletiyê pêk hatibû di derbarê kesên ku di nav wan de parêzerên qeydkiriyên Baroya Rihayê jî hene de bi sûcê muxalefeta li Zagona Civîn û Xwepêşandanê ya bi hejmara 2911’yan lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanê yek ji nirxên herî bingehîn ên civaka demokratîk e û derfeta ji bo kes bikaribin fikrên xwe yên hevpar bi hev re biparêzin û ji yên din re ragihînin wek armanc digre. Ev mafê ku bi awayekî kolektîf tê bikaranîn û bi rêbazên ku tundiyê veder dike derfeta daxuyandina ramanan dide kesên ku dixwazin ramanên xwe bînin ziman derketina holê ya ramanên cuda, parastin û belavkirina wan misoger dike.
Bi hikma sînordarkirineke giştî ku naveroka wê fireh tê girtin li ser maf û azadiyên bingehîn pêkanîna gefa darazê, bikaranîna mafên demokratîk ên hemwelatiyan asteng dike û bandorek jêqerînî pêk tîne. Divê dev ji biryarên ku mafê kombûna aştiyane binpê dikin, pêkanînên keyfî û sînordarkirinên derhiqûqî were berdan.
Di vê pêvajoya ku binpêkirinên mafan ên giran û sepanên dijhiqûqî yên arasteyî her qada têkoşîna civakî bi kûrahî didome de, em weke Baroya Amedê li bendê ne ku gefên darazê yên kêfî û ne li cih ên li ser bikaranînên ku ne sûc in û tenê îfadekirina ramanan a bi awayek aştiyane ne werin bidawî kirin.


