Îsal Sala 2019’an e, 1ê Îlonê, Roja Aşitiyê ye. Lê Aşitî hêj jî pir dûrê me ye. 1’ê Îlona 2019’an
Tam jî di demek ku mirov digot nêz e ku aştî çêbibe de her tişt qewimî. Li cihê şaredarên ku bi awayekî demokratik hatin hilbiajrtin bi destnîşana wezîrekî, walî qeyûm hatin tayîn kirin. Yanî bi qasî destnîşanekê ruhê…
Tam jî di demek ku mirov digot nêz e ku aştî çêbibe de her tişt qewimî. Li cihê şaredarên ku bi awayekî demokratik hatin hilbiajrtin bi destnîşana wezîrekî, walî qeyûm hatin tayîn kirin. Yanî bi qasî destnîşanekê ruhê demokrasî, huqûq û mafê bingehîn û azadiyê heye. Demokrasî êdî bûye wek wesayîteke ku gava li îşê me tê em lê siwar dibin û gava ku li îşê me nayê em jê peya dibin. Zarok, jin, kal û pîr û berastengên ji bo îtirazê qeyûman bikin derketin zikakan polîsan êrîş bir ser wan. Li Wanê polîsan pir pîs li xortekî ji hişê xwe ve berasteng xist. Li Enqereyê zarokek çardeh salî li erdê hat dirêj kirin dest ji paj ra hat kelemçe kirin. Li Amedê nehat hiştin ku partiyî ji avahiya partiyê derkevin û li wan hat xistin.
Ev bûyer tev di dema xwestina me ya xwe gihandina aşitiyê de qewimîn. Hêj hefteyek berê tevî Emîne ya ku diqîriya digot : ‘’Ez naxwazim bimirim.’’ sê jin hatin kuştin.
Li seranserê welêt daristan şewitîn û me bi tenê lê seyir kir. Wezîrê Daristanan henek kir; got: ‘’Çivîkan hêlin çêkirine di motora teyara me de.
Gava wî ev henek dikir daristan hêj jî dişewitîn.
Çiyayên Kaz jî hatin talan kirin, hat ragihandin ku Çiyayên Munzûrê qadên rezerv ên madenan e.
Yanê dewlet bi siruştê re şer dike. Ev tev aştî li ber bûnê bû û pêk hatin.
Lê çi hêsan e hatina li hev û din.
Divê tu raseriya huqûqê serwer bikî, qeyûman tayîn nekî, nekujî, êşkence nekî, gotinên nefretî nebêjî, bi qedrê azadiya çapemeniyê û gotina derbirîna fikran bizanî, siruştê talan nekî, cihê ku şer dikî li hev û din werî.
Dewleteke bi gel, huqûq, demokrasî, cîran û siruşta xwe û bi xwe re aş wê me tevan şên bike.
Di her şert û mercî de em ê li parastina mafê aştiyê yê gelan dewam bikin.
Lijneya Rêveber a Amedê


