Ji Baroyên Herêmê Daxuyaniya Di Derbarê Sererastkirina Zagona Înfazê De
Li girtîgehên Tirkiyeyê nêzê 300.000 girtî hene, wekî ji hêla hemû raya giştî ve jî tê zanîn ku ev hejmar rêjeya herî bilind a hemû deman e. Bê şik faktora mezin a bilindbûna vê jimareyê tevî bandora polîtîkayên civakî…
Li girtîgehên Tirkiyeyê nêzê 300.000 girtî hene, wekî ji hêla hemû raya giştî ve jî tê zanîn ku ev hejmar rêjeya herî bilind a hemû deman e. Bê şik faktora mezin a bilindbûna vê jimareyê tevî bandora polîtîkayên civakî aborî em difikirin ku ji nêzikahiya bipirsgirêk a di pergala edalet ceza ya Tirkiyeyê pêk tê. Em bi pergala darazeke ku der ketiye derveyî hevkêşeya sûc-cezaya ku armanca bingehîn a pergala edaletê ye, ne civakê pêşkî dide dewletê re rû bi rû ne. Tevî vê yekê di salên dawî de tedbîra girtinê timî tê îstismarkirin û darizandina girtî ku wek îstisna hatiye sererastkirin hatiye rewşa rêgeza esasî û hatiye rewşa qebûlkirina giştî ya civata hiqûqê. Ji ber van hemû nêzikahiyên berevajî û sepanên xerab ve girtîgeh ji ser kapasîteyên xwe girtiyan dihewînin, dema mercên pêgirtina wan a di girtîgehan de jî lê were zêdekirin, em bifikar in ku ji hêla hiqûqî û mirovî de rê li ber trajediyên mezin ve bike. Li hember vê zêdebûna fahîş a di hejmara girtiyan de agahiya di hêla xistina rojeva TBMM’ê ya pêşnûmaya zagonê de ku sererastkirina rejîma înfazê ya arasteyî kêmkirina nifûsa girtîgehan derpêş dike li raya giştî jî belav bûye. Dîsa li gor agahiyên ku di raya giştî de belav bûne guherîna ku di rejîma înfazê de tê derpêşkirin, li şûna ku sûcên giran ên ji ber qeyrana darazê çê bûne qismek be jî sivik bike dê bêhtir giran bike.
Em ji vê bawer in ku derbaskirina qeyrana aborî siyasî û civakî ku welêt ketiye pê, ji bo avakirina aştiya civakî rêya destpêkirinek nû; bi taybetî ji bo sûcên ku li hember dewletê pêk hatine û girtiyên ku ji ber fikrên xwe li girtîgehan dimînin jî di rejîma înfazê de pêkanîna sererastkirinê ji vê derbas dibe. Rêgeza wekheviyê ya li hember zagonê ku bi Xala 10. a Makezagonê hatiye sererastkirin dibe, di belge û peymanên navneteweyî yên di derbarê azadî û mafên bingehîn de dibe bi nêzikahiyek ku li ber zagonê wekhevî, qedexeya cihêxwaziyê jî dihewîne wek rêgezek gerdûnî li ser hatiye sekinandin û hatiye qebûlkirin. Rewşa dewletê ya li pêş zagonê ya li hember rêgeza wekheviyê di Xala 10. a Makezagonê de hatiye sererastkirin, bi Xala 11. jî girêdariya makezagonî hatiye pihêtkirin. Mukelefiya sepandin, rîayetkirin û dabînkirina riayetkirina vê rêgezê pêşî li dewletê hatiye barkirin. Dewleta ku bargira bingehîn a rêgezê ye, divê li pêş darazê bi hemû peywirdar û lebatên xwe yên ku di her teşe û astê de ne li gor rêgeza wekheviyê tev bigere û ev bargirtina ku ji bo lebatên dewletê û meqamên îdareyê hatiye derpêşkirin, bê şik hêla cudakarî nexistina rêgezê jî werdigre.
Em wek Baroyên ku li jêr îmzeya wan heye; bi baldariya cidîbûna şewba ku tê jiyandin û di koma rîska bilind de bûyîna girtiyên ku li girtîgehan dimînin, wekî me beriya niha bi raya giştî re parve kiribû di hêla hemû girtiyên ku li girtîgehan dimînin li heber şewbê divê bi lezgînî tedbîrên pêwîst û bergir werin girtin.
Di sererastkirina ku dê di rejîma înfazê de were kirin de; dewlet; li gor guncaniya rêgeza wekhevî û qedexeya cihêkariyê tev bigere û bê ku biçe cihêkariya sûc sererastkirinek di hêla rêgeza “wekheviya di înfazê de” di hêla hiqûqî û wijdanî de em pêwîst dibînin. Divê neyê jibîrkirin ku ya ku dewletê hêzdar dike ne hêz e edalet e.
Bi rêzdarî. 24.03.2020
Baroya Semsûrê
Baroya Agiryê
Baroya Êlihê
Baroya Çewlîgê
Baroya Bedlîsê
Baroya Dêrsimê
Baroya Amedê
Baroya Colemergê
Baroya Mêrdînê
Baroya Mûşê
Baroya Sêrtê
Baroya Rihayê
Baroya Şirnexê
Baroya Wanê


