Navenda Mafên Ajalan a Baroya Amedê, Ji Bo Mafên Ajalan Bi Saziyan Re Civiyan
Bi mebesta nirxandina binpêkirinên mafên ajalan ku di demê dawî de li tevahiya welêt zêde bûye, destnîşankirina nexşerêyek giştî ku bi hevkariya hemû saziyên fermî û yên dildar re ku di buyerên muhtemel de di qada mafên…
Bi mebesta nirxandina binpêkirinên mafên ajalan ku di demê dawî de li tevahiya welêt zêde bûye, destnîşankirina nexşerêyek giştî ku bi hevkariya hemû saziyên fermî û yên dildar re ku di buyerên muhtemel de di qada mafên ajalan de xebatê dimeşînin bête sepandin û di civakê de hişmendiya mafên ajalan bide bipêşxistin di dîroka 15.05.2020'an de li salona civînê ya Avahiya Piştgiriya Edlî ya Baroya Amedê bi beşdariya Navenda Mafên Ajalan a Baroya Amedê, Nûnertiya Amedê ya Federasyona Mafên Ajalan (HAYTAP), Fakulteya Veterîner a Zanîngeha Dîcleyê û Odeya Hekîmên Veterîner a Amedê civînek pêk hatiye. Di civîna ku bi taybetî li ser mijarên ji bo avaniyên fermî/nefermî ku fealiyetên di qada mafên ajalan de dimeşînin bi hev re tora ragihanê ya bibandortir deynin û kêmasiyên ku dema jiholêrakirina mexdûriya ajalan de der tên dabîn bikin de hatiye sekînin hem ji ser bûyerên rojane binpêkirinên mafên ajalan hem jî li ser başkirina mercên heyî ya bi wateya giştî hatiye sekinandin û pêşniyarên çareseriyê hatine nirxandin. Di vê wergiriyê de ji bo kêmasiyên ku ji hêla beşdaran ve li ser hatiye sekinîn di demek kin de werin dabînkirin biryarên li jêr bi hevparî hatine girtin. Di hêlê de; beşdarên civînê li gor derfetên xwe dê hemû saziyên ku dikevin qada peywirê ya mafên ajalan ziyâret bikin û biryarên ku hatine girtin bişêwirin, ragihîna di navbera peywirdar û dildaran de hêzdar bikin û dê feraseta tevgereke tevahî ku xwe dispêre piştgiriyê were perişandın. Navenda Rehablîtasyon û Lênêrîna Ajalan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a bajarê me yê Amedê, hêwirgehên demborî, klînîkê ped ên taybet, Nexweşxaneya Ajalan a di bin banê Fakulteya Veterîner a Zanîngeha Dîcleyê de çi ji kapasîteyê dibe çi ji hişkalav û derfeta teknîkî dibe xwedîbûna mercên baş; her wiha ji bo jiyandina ajalên kuçeyan guncanbûna mercên xwezayî ya bajarê me; di bûyerên wek tundî, îstismara zayendî û wek wan de ajal dê bi van derfetan werin dermankirin rehabîlîtekirin, dema gihîştin tendurustiya xwe jî dîsa dê Amedê li derdorek guncan de bên danîn. Nirxandina li ser ajalên ku ji derdora ku hîn bûne werin veqetandin dê ji bo wan ajalan xetere be û hêsanbûna çavdêriya ajalên ku piştî dermankirinê li nav Bajêr dimînin faktora herî pêwîst a di dahina vê biryarê de ye. Lê dema rewşa bûyerê bi dermankirina di saziyeke tenduristî ya derveyê Amedê de lazim bike, piştî ku ajalê/a mexdûr baş bû di rewşên wek xwedîderketina ji hêla kesên ku xwediyên mercên baştirîn, komele hwd. in ve di mercên guncan de neqilkirina ajalê dikare were dabînkirin. Bi erêkirina saziyên fermî ev neqilkirin esas e. Dê di navbera beşdarên civînê û saziyên fermî yên din de hevkarî pêk were, hemû paydar fealiyeta ku dikeve qada wî/wê bi awayek herî bandorker bimeşînin, ragihîna di navberê de were hêzdarkirin û di her bûyerek de bi awayê koordînasyonê tev bigerin. Her wiha hemû bûyerên ku werin hînkirin di demên herî kin de dê ji cihên eleqedar re werin ragihandin, bi vê awayê dê her kes beşa ku dikeve qada fealiyetê bi awayê herî baş bi cih bîne û "toreke faaliyet û ragihanî ya mafên ajalan" a bandorker were pêkanîn. Ji bo deqandina hişmendiya mafên ajalan li gelê Amedê û lêbarkirina îmaja wek bajarê dostê ajalan dê hemû beşdar xebatkarên dildar, fermî bi awayekî koordînasyonê bixebitin; wek civînên peryodîk ku ragihîna di navbera xwe de hêzdar bikin, xebatên hevpar, avakirina komên ragihînê yên hevpar gelek xisûs werin nirxandin û têxînin fealiyetê. Bi taybetî ji ser medyaya civakî gelek xisûsên wek xwedîbûnkirin, komkirina bexşiyê, xistina nav tevgerê ya mercên edlî wek mijara xebatek cihê bê ku ji hemwelatiyên dildar û hestiyar re bibin asteng, di derbarê sazkirin an nesazkirina mekanîzmayeke zelal û bilez de xebat û fikir werin nirxandin, ger pêwîstî were dîtin bi saziyê fermî rê were parvekirin û bi şêwirînê hewl bê dayîn ku bikeve jiyanê.
Di civînê de di xisûsên ku li jor hatine hejmartin de yekîtiya nêrînê hatiye dabînkirin û pêwistiya çêkirina civînên bi beşdariyeke firehtir ên di perîyodên diyarkirî de hatiye destnîşankirin û bidawî bûye.
Ji raya giştî re bi rêzdarî tê ragihandin.


