Derbasî naverokê be
Baroya Amedê
Ziman
Tema
444 78 21TR · KU · EN
Giştî· 2 xulek xwendin

“wek jineke welatê min tune, wek jineke ez welatek jî naxwazim, wek jineke hemû cîhan welatê min e” Virginia Wolf Tirkiyeyê di dîroka 09.10.2019'an de digel hemû îtirazên civaka navneteweyî biryara mudaxileya leşkerî ya yekhêlî ya arasteyî Sûriyeyê girt. Li şûna ku pirsgirêkên neteweyî û navneteweyî bi dîplomasî, diyalog, mafê mirovan, bi rêzik û saziyên navneteweyî çareser bike şer wek tekane vebijarkê li civakê tê ferzkirin. Halbihal rewşa heyî di encama polîtîkayên şaş ên desthilatiya siyasî ji ber zehmetiyên rêvebirina qeyrana sosyal, siyasî û aborî ku ketiye nav pêk tê. Desthilatî ji nîqaşkirina vê rastiyê ya di nav raya giştî de nerazî ye. Ji ber vê yekê hemû bertekên demokratîk û aştiyane yên dijberê şer tên krîmînalîzekirin û bi amûrên pêkutiyê tên astengkirin. Tecrûbeyên ku rabirdûyê de hatine jiyandin dide nîşandan ku derdora şer û pevçûnê, jin bêhtir dûçarê tundî û cihêkariya bi bingeha zayenda civakî dibin.

Baroya Amedê

Serokê baroya me Tahîr ELÇÎ; di dîroka 28’ê Mijdara 2015’yan de ji bo li nik Minareya Çar Ling a dîrokî ku di dema pevçûnên ku li navçeya Sûrê ya Amedê de hatin jiyandin de zerarê dîtibû xwedî li mîrateya dîrokî-çandî…

Sepana Mobîl

Baroya Amedê di berîka we de

Daxuyanî, lêpirsîna lîsta baroyê, wezîfedarkirina CMK û piştrastkirina belgeyan — hemû di yek sepanê de, her dem li gel we.

  • Agahdariyên anî
  • Lêpirsîna lîsta baroyê
  • Piştrastkirina belgeyan
Baroya Amedê di berîka we de